Cejn wesîleya lihevhatinê ye

Şêniyên kantona Minbicê mîna piraniya şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di cejnan de, serdana hev dikin.

Cejn wesîleya lihevhatinê ye
11 nîsan, 2024   11:21
MINBIC

Di derbarê cejnê de rûspiyekî êla Benî Seîd Fehid Şilaş ji ajansa me re axivî û got: "Ji berê ve, pêkhateyên Minbicê serdana hev du dikin. Ev adet hezkirina di nava wan de parastiye."

Şilaş diyar kir ku cejn, wesîleyeke şadî, merhemet û rihetkirina dilan e.

Rûspiyekî Eşîra Benî Asîd Mihemed Sadiq El Asîdî bi Şilaş re di heman fikrî de ye ku rûspiyên herêmê bi hev re, serdana temenmezin û nexweşan dikin yên ku nekarî nimêja cejnê bikin û hewl didin kesên bi nakokî li hev bînin û wan li hev kom dikin.

El Asîdî hêvî kir ku aştî û hezkirin li Sûriyeyê bi giştî belav bibe û got: "Bila ev cejn bibe destpêka çareserkirina aloziya Suriyê ku koçberan vegeran li cih û warên xwe."

(şx)

ANHA