Rojnameyên erebî:  Rûsya di saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de guhertinê çêdike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên Îro de behsa guhertinên di sazûmaniya saziyên ewleiyê yên hikumeta Şamê û agirbesta di navbera Hemas û Îsarîlê de kir.

Rojnameyên erebî:  Rûsya di saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de guhertinê çêdike
11 nîsan, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek bi sernavê "Suhêl El Hesen bû serokê hêzên taybet ên Sûriyeyê" weşand.

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku erkdarkirina Suhêl El Hesen fermandarê hêzên taybet ên hikumeta Şamê, careke din bal dikişîne ser El Hesen û hêzên taybet ku ev 3 sal in deng jê nayê.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gel aramiya li eniyan û rawestîna şerên mezin, Suhêl dîsa kete rojevê, lê belê di heman demê de anî ziman ku Rûsya dixwaze guhertinan di sazûmaniya saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de çêke.

Rojnameyê cih da gûherînên di  hikumeta Şamê de ku sala borî û destpêka îsal, behsa vê gavê û amadekirina "artêşek pispor" li ser bingeha erkdarkirina dildariye kir.

ÎSRAÎLÊ HINEK TAWÎZ DAN LÊ BELÊ HEDEFGIRTINA HENIYE DANÛSTANDIN TEVLIHEV KIR

Têkildarî rewşa li Xezayê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Li gorî rojnameyê, hedefgirtina malbata serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye danûstandinên agirbestê girêk bûn, li gel ku Îsraîl dibêje wê ji bo vegera 150 hezar filistînî li bakurê Xezayê, tawîz dane.

Rojnameyê cih da gotina Heniye piştî êrişê û got: "Kuştina 3 kurên min bandor li daxwazên tevgerê yên danûstandinan nake. Daxwazên me diyar û zelal in û em tawîzan nadin. Heke dijmin difikire ku bi kuştina kurên min dê Hemas helwesta xwe biguhere, ew xwe dixapîne."

)şx)