‘Çawa komploya li dijî Rêbertî têk çû dê ya li ser Rojava jî têk biçe’

Rewşenbîrên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan heman komploya li dijî Rojava ye û got bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û yekitî û berxwedana gel komplo têk çûn.

‘Çawa komploya li dijî Rêbertî têk çû dê ya li ser Rojava jî têk biçe’
16 sibat, 2026   15:43
QAMIŞLO
ROHAT XELEF- KÎNAN SEYÎD

Rewşenbîrên ji bajarê Girkê Legê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got êrişên li ser Rojava jî berdewama komployê bûn ku bi felsefeya wî û yekitiya gelê Kurd pûç bû.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê Ednan Berko anî ziman ku ew komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û diyar kir ku armanca komployê di kesayeta wî de çewisandina mafên gelê Kurd bû.

Berko da zanîn ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û yekitiya gelê Kurd faktorên sereke yên parastina destkeftiyên Rojava ne.

Ednan Berko anî ziman ku çawa komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan têk çû, dê komploya li ser Rojava jî têk biçe. Her wiha bang li rewşenbîran kir ku yekitiyê bi pêş bixin û li gel civaka xwe bisekinin.

Şewket Muslim jî destnîşan kir ku kompo ku bi armanca çewisandina nasnameya kurî hatibû kirin têk çû û got êrişên ku li ser Rojava berdewama komployê ne, lê bi yekitiya gelan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan her du komplo têk çûn.

Şewket Muslim anî ziman ku divê rewşenbîr rola xwe di parastina civaka xwe û pêşxistina welatparêziyê de bi cih bînin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê Şêxmûs Cuma jî diyar kir ku hedefgirtina berxwedana Rojava di heman çarçoveyê de tê kirin û got bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gel êriş û komplo têk çûn.

Şêxmûs Cuma di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêdiviya pêvajoyê bi xebata hevpar heya da ku destkeftiyên civakê werin parastin.

(bb)

ANHA