Îran li Tengava Hurmizê tetbîqata leşkerî pêk anî

Mûhafizên Şoreşê yên Artîşa Komara Îslamî ya Îranê beriya hevdîtina bi DYA’yê re ya li Cenevre, li Tengava Hurmizê tetbîqateke leşkerî pêk anî.

Îran li Tengava Hurmizê tetbîqata leşkerî pêk anî
16 sibat, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nûçeyên îro yên televîzyona dewletê ya Îranê d tu agahî li ser dema tetbîqatê nehat dayîn.

Rayedaran ragihandin ku armanca tetbîqatan amadekirina Mûhafizên Şoreşê ji bo "gefên ewlehî û leşkerî yên muhtemel" e ku dibe li Tengava Hurmizê rû bide.

Di demeke ku DYA’ê li herêma Kendavê hêzeke deryayî ya xurt bi cih dike de, pêk hatina vê tetbîqatê bal kişand.

Îran beriya niha jî ji bo girtina Tengava Hurmizê ku nêzîkî ji sedî 20 ji hilberîna petrolê ya cîhanê tê derbaskirin û xwedî ciheke stratejîk e gefa girtina wê dabû.