15 barhilgirên din yên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn

Di çarçoveya kampanyayên alîkariyê ku li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava hatibûn despêkirin de, 15 barhilgirên ku têde madeyên xurak û germkirinê hebûn, bi rêya Heyva Sor a Kurd derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

15 barhilgirên din yên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn
16 sibat, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê, Hacî Awa, Sengeser, Ranya, Çemçemal û Pênciwên ji bo Rojavayê Kurdistanê komkiribûn, bi rêya Heyva Sor a Kurd di ser deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Alîkariya ku hatibû komkirin bi rêya 15 barhilgiran ku têde madeyên xurak, şîrê zarokan û tiştên xwegermkirinê hebûn, derbasî Rojava bûn.