Çarenûsa girtiyan girtîgeha Evîn nayê zanîn

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand îro di encama êrişa bi mûşekan ya Amerîka û Îsraîlê de beşek ji dîwarê girtîgeha Evîn ya li Tehranê rûxiya. Hat diyarkirin ku agahî ji rewşa girtiyan nayê girtin.

Çarenûsa girtiyan girtîgeha Evîn nayê zanîn
3 adar, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand ku vê sibehê Amerîka û Îsraîlê bi muşekan Girtîgeha Evîn ya li Tehranê û derdora Zanîngeha Îmam Hisên bombebaran kir. Hat gotin ku di encama êrişê de beşek ji dîwarên girtîgehê hilweşiyane.

Di derbarê ziyanên êrişê de jî rêxistinê diyarkir ku heta niha ti agahiyek li ser hejmara qurbaniyên êrişê nehatiye belavkirin û vê yekê jî fikarên zêde li cem malbatên girtiyan çêkiriye.

Her wiha hatiye eşkerekirin ku ji roja despêkê ya şer ve rewşa awarte li girtîgeha Evîn hatiye ragihandin, parêzvanên girtîgehê li cihê xwe nemane, deriyên girtîgehê girtî mane û girtî di rewşek zehmet û metirsîdar de dijîn.