Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin

Modîriyeta Sotemeniyê li şeniyên Kobanê tûpên gazê belav dikin û malbatên ku tûpên xwe qeytnekiribûn, ew ê di demeke pêş de dest bi qeytkirinê bikin.

Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
Li Kobanê tûpê gaze tê belavkirin
3 adar, 2026   13:13
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Hevseroka Modîriyeta Sotemeniyê ya Kantona Firatê Sedîqe Hesenî diyar kir ku di 1’ê Adarê 9 hezar û 600 tûpên gazê gihiştin Kobanê û wiha got: me îro destpê bilavkirina tûpen gazê li Malbatên ku bi beriya demekê tûpên xwe yên gazê yên vala ku li komînên xwe bi 10 Dolar (Pere) qeytkiribûn bilavkir.

Sedîqe da zanîn ku pêvajoya belavkirinê bê pere ye û got: "Malbat tûpên gazê bêpere werdigirin, wekî xizmetek ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo alîkarî û piştgiriya malbatan di rewşên dijwar ên ku herêm ji mehekê zêdetir e dijî de ye. Her malbatek ku berê tûpên xwe yên gazên qeydkirî ye, diçin komîna xwe û tûpên xwe yên gazê werdigire. Belavkirin li ser bingeha kartên sotemeniyê ye, an jî heke kartek sotemeniyê tune be, li ser belgeya malbata."

Sedîqe Hesanî destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de kesên ku niha tûpên xwe yên gazê qeytnekiribû û ew ê bi demeke pêş de dest bi qeytkirinê bikin û wê vê carê bê pere li wan jî were belavkirin û wiha got: "Em ê her tim di xizmeta gelê xwe de bin û em ê careke din yên ku tûpên xwe yên gazê qeyt nekiribûn, em ê di demeke pêş de dest bi tomarkirinê bikin wê ew jî bê pere be, daxwaza me ji gelê ku tu pirsgirêk dernekevin.

ANHA