Artêşa Lubnanê xwe ji sînorê Îsraîlê kişand

Artêşa Lubnanê ji hin baregehên xwe yên li ser sînorê bi Îsraîlê re kişand û hêzên xwe li navendên din cih kirin.

Artêşa Lubnanê xwe ji sînorê Îsraîlê kişand
3 adar, 2026   13:53
NAVENDA NÜÇEYAN

El Wekala El Weteniya ya Raghandinê ya Lubnanê agahî da ku artêşa Lubnanê hinek baregehên xwe ji ser sînorê bi Îsraîlê re kişandiye hinek baregehên xwe yên dîtir. 

Berpirsekî Lubnanê agahî da Ajansa Reuters ku artêşa Lubnanê herî kêm xwe ji 7 baregehên xwe yên li ser sînorê bi Îraîlê re vekişandine. Heman berpirsê Lubnanê got ku hêzên Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê ketiye hinek cihan de û li Girê Hemamis berbi El Xiyam û Sehil Merceyon destbi operasyonê kirine. Her wiha artêşa Îsraîl dem bi dem herêma El Xiyam, Hora û çiyayê di bin kelha Şeqîf tobparan dikin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee berî niha raghandibû ku dê di çarçevê operasyona Zeîr El Esed koma 91 nuqteyên stratejîk ên başûrê Lubnanê belav bikin û li bajarokên dikevin bakurê Lubnanê hêza xwe zêde bikin û xeta parastinê xurt bikin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatibû gotin ku ew ê ji bo parastina şêniyên bakurê Lubnanê xeteke parastinê ya ewlehiyê çêbikin, jêrzemînên girêdayî Hizbullah bombebaran bikin û destûr nedin ku kesek ji Lubnanê derbasî xaka Îsraîlê bibe.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîl Yesraîl Kats got ku ji ber êrîşên Hizbullah ên li ser bakurê Îsraîlê ferman ji artêşa Îsraîl re hatiye ku bi pêşve biçin û têkevin baregehên nû yên stratejîk ên Lubanê.

Kats di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê artêşa Îsraîlê ji bo parastina hemwelatiyan hemû tedbîrên pêwîst bigire û Hizbullah berpirsyarê vî şerî dîtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee duh bi şev roja Duşemê anî ziman ku çekên deryayî yên Îsraîlê li Beyrûtê herêmek bombebaran kirin û di encama wê de Riza Xezayî hatiye kuştin. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatibû gotin ku Riza Xezayî şûna Feyleq El Qudis û Serokê Erkanê Feyleq, berpirsê dosya Bilindbûna leşkerî ya Hizbullahê bû.

Di heman daxuyaniyê de gotibûn ku di bin çavdêriya Xezayî de gelek çalakiyên çekdarî yên di navbera Hizbullah û Îranê de dihatin kirin. Çek û emrazên Îranî derbasî Lubnanê dikirin û pîlansazî danîbûn ku li Lubnanê çek çêbikin.

Îro di saetên sibehê de artêşa Îsraîl avahiya radio El Nûr a girêdayî Hizbullah bombebaran kirin. Berdevkê artêşa Sûriyeyê Avichay Adraee şêniyên taxa Hirêk, El Xebîrî û herêmên derdora wan şiyar kirin ku ji bo ewlehiya xwe hemû avahiyên 300 m nêzî cih û navendên  Hizbullah in vala bikin.