Careke din Pûtîn bû serokê Rûsyayê

Komîyona Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê ragihand ku serokê Rûsyayê yê niha Vladimîr Pûtîn di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket.

Careke din Pûtîn bû serokê Rûsyayê
18 adar, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyayên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan, Vladimîr Pûtîn bi rêjeya ji sedî 87, 28 di hilbijartinan de bi dest xist û careke din bû serokê Rûsyayê. Nîkolay Xaritonov ji sedî 4,31, Vladîslav Davankov ji sedî 3,85 û Leonid Slutsky ji sedî 3,2 dengan stendin.

Meclisa Federal a Rûsyayê di 17ˊê Adara 2024ˊan de dema hilbijartinên serokatiyê diyar kir. dengdan ji 15, 16 û 17ˊê Adarê dewam kir. 4 kesan ji bo serokatiyê namzeta xwe dabû.

Duh navendên dengdanê hatin girtin û endamên Komîseyona deng hilbijartin.

(fr)