Eşîrên Ereb: Em Newroza îsal bikin bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk

Rûspî û serokeşîrên Ereb ên navçeya Girkê Legê Newroz li gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û bang kir ku Newroza îsal bibe bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirrengî.

Eşîrên Ereb: Em Newroza îsal bikin bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk
18 adar, 2024   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspî û serokeşîrên Ereb ên navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra El Yesar El Taî ya Sûriyeyê Cemal Şîhan ve li pêşiya meclisa navçeyê bi beşdariya rûspiyên eşîrên din hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Di serî de em Newroza azadiyê, Newroza demokrasiyê, Newroza 2024'an li Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û hemû gelên Arî pîroz dikin.

Em Newroza îsal bikin rêya biratî, hezkirin û bidawîkirina nakokiyan ji bo xelasiya gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wî. Gelê ku ji deh salan ve li hember plan, zulm û zorê zehmetiyê dikişînin.

Em Newroza îsal bikin bingeha avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk a pirreng ku hêjayî fedakariya mezin be. Em agirê Newrozê bikin sembola roja nû ya aştî, ewlekarî û aramiyê ji bo tevahî Sûriyeyiyan.

Ji ber wê jî em bang li pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku agirê Newrozê ku sembola azadî, edalet û wekheviyê ye, hildin."

(mh)

ANHA