‘Dewleta Tirk xwe di ser qanûnên navneteweyî re digire’

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî binpêkirinên pîvan û qanûnên navneteweyî ne û dewleta Tirk êdî bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne.

‘Dewleta Tirk xwe di ser qanûnên navneteweyî re digire’
19 adar, 2024   07:11
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen dikin, ji ajansa me re axivî.

Mistefa destnîşan kir ku li bajarê Efrînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ve qirkirineke çandî ya sîstematîk tê kirin û wiha domand: "Ji dema dagirkirina bajarê Efrînê ve, artêşa dagirker a Tirk û komên wê li dijî gelê Efrînê sûcên mîna kuştin, revandin, guhertina demografîk, talankirina şûnwaran û gelek sûcên din pêk tînin. Ev sûc jî li gorî raporên rêxistinên navneteweyî sûcên dermirovî ne.”

Mistefa diyar kir ku sûcê her giran jî guhertina demografîk e û wiha anî zima: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkeriyê ve kiryarên xwe berdewam in. Dewleta Tirk bi avakirina zêdetirî 25 avahiyên mêtingehiyê, guhertina demografîk pêk tînin. Her wiha  li şûna gelê resen malbatên çeteyan bi cih dikin. Ev yek bi xwe guhertina demografîk e. Rêjeya malbatên li avahiyên mêtingehiyê yên ji her devereke Sûriyê anîne û li Efrînê hatine bicihkirin bûye 9 hezar malbat. ”

Mistefa berdewamî da axaftina xwe: “Hejmara Kurdan li Efrînê beriya dagirkirinê bi rêjeya ji sedî 95 ji niştecihên wê bû. Lê niha ev rêje ji ber tundî û sûcên ku li dijî şêniyên resen tên kirin, bûye ji sedî 20.”

Mustefa wiha got: “ Li hember hemû sûcan dewleta Tirk a dagirker NYˊyê heya niha tu biryarên zelal li hemberî dewleta Tirk nedane. Sûcên guhartina demografîk ên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, ji dizîna şûnwar û guhartina dîroka herêmê, pêk tîne li dijî peymana Lahay a 1907ˊan a madeya 56’an e.”

Cebraîl Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: ”Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî binpêkirinên qanûnên navneteweyî ne, her wiha êdî dewleta Tirk bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne.”

ANHA