Careke din biryara agirbesta li Xezayê nehat dayîn

Ji ber bikaranîna mafê vetoyê ji aliyê Amerîkayê ve, Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî careke din di dayîna biryara agirbestê li Xezayê de, bi bin ket.

Careke din biryara agirbesta li Xezayê nehat dayîn
20 mijdar, 2024   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo biryara agirbesta li Xezayê di Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de veto bi kar bîn.

Nûnerê Amerîkayê di Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de diyar kir ku ne pêkan e ku Washington li ser birayekê ku banga serbestberdana yekser a dîlgirtiyên Îsraîlê yên li gel Hemasê bike, erê bike.

Li gorî nûnerê Amerîkayê, di biryarê de êrişên Hemasê yên 7ˋê Cotmeha 2023ˋyan li dijî Îsraîlê nehatiye şermezarkirin û agirbesta bêyî şertan tê wateya îtîrafkirina bi mayîna Hemasê li Xezayê.

(mh/fr)