Di çalakiyên 25ˋê Mijdarê de xalên girîng

Di çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, teqezî bi bidawîkirina şîdetê, belgekirina tundiya siyasî ya li dijî jinan, bilindkirina asta têkoşînê ji bo bidawîkirina hemû cûreyên tundiyê, hat dayîn.

20 mijdar, 2024   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclisên jinan û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Di panelê de 2 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn bi navê "Tundiya siyasî li ser jinên Sûriyeyê berî krîza Sûriyeyê" û ya duyemîn "Astengiyên ku jinan di tundiya siyasî de kişandine " bû.

Mijara yekemîn ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Sebah Xelîl ve hat xwendin. Sebah diyar kir ku tundiya siyasî ya beriya krîza Sûriyeyê û dewletên Ereban li dijî jinan hatiye meşandin bi gelek şêweyan mîna paşguhkirina siyasî, derket holê.

Sebah wiha got: "Tevahî qanûn û adatên civakî azadiya jinê di derbirîn û beşdariya siyasî de sînordar dikin û li ser wan rolên klasîk ferz dikin."

Mijara duyemîn ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Fatme Mihemed ve hat xwendin. Fatme got: "Jinên Sûriyeyê beşeke sereke ya mozaîka civakî û çandî ya Sûriyeyê ne. Wan roleke girîng di hemû qadên jiyanê de lîst û ji bo pêvajoya guhartinê xwe bi rêxistin kir."

Di dawiya panelê de encamnameyeke wiha hat dayîn:

Bidawîkirina pergala navendî ya ku bûbû sedema hegemoniya hişmendiya baviksalarî, belgekirina tundiya siyasî ya li dijî jinan, bilindkirina asta têkoşînê, domandina lidarxistina panelên diyalogê yên jinan, bang li aliyên navneteweyî yên têkildar were kirin ku peyman û qanûnên mafên jinan pêk bînin, beşdarkirina jinan di pêvajoyên têkildar ên doza Sûriyeyê de, çalakkirina rola dadgeriyê di dozên girêdayî jinan de û xurtkirina zanabûna civakî da ku jin cihê xwe di civakê de bigirin.

TIRBESPIYÊ

Kongra Star li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi beşdariya mêr û jinan, semînerek da.

Di semînerê de cîgira hevseroketiya Meclisa bajarê Tirbespiyê Nalîn Temo peyama fedaiyan Rojger Hêlîn û Asya Elî yên ku çalakiya fedaî li Enqereyê pêk anîbûn, xwend.

Piştre rêvebera Kongra Star Xaliye Xaşo têkildarî tundiya li ser jinan a di hemû aliyan de, semînerek da.

Xaliye Xaşo der barê şêweyên tundiyê de wiha got: "Hîna jin li tevahî cîhanê di tundiyê re derbas dibin. Ew tundî siyaseteke plankirî ya rejîmên kapîtalîst e."

Xaliye wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Şoreşa 19ˋê Tîrmehê ku bi şoreşa jinan jî tê nasîn, jinan gavên girîng di aliyê azadiya xwe de û sekinandina tevahî şêweyên tundiya li dijî xwe avêtin. Lê hîna astengiyên li pêşberî wê hene û pêdivî bi têkoşîneke mezin heye."

Xaliye Xaşo banga rawestandina tundiyê û pêkanîna hevsengî û wekheviyê di civakê de ji bo avakirina civakeke demokratîk a azad, kir.

ŞEHBA

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Jinan a PYD'ê ya kantona Efrîn û Şehbayê atolyeyek li hola Jîn Efrîn a bajarokê Ehdas a kantonê, li dar xist. Di atolyeyê de endamên deste û meclis, partiyên siyasî û saziyên olî beşdar bûn.

Dîwana atolyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a PYD'ê Wehîde Xelîl, rêvebera Meclisa Ciwanan a PYD'ê Berfîn Hisên û endama Meclisa Jinan a PYD'ê Fatme El Hesen, pêk hat.

Destpêkê Fatme El Hesen bixêrhatina beşdaran kir. Fatme hin pirsên têkildarî pergalên zordest û tundiya li ser jinan kirin.

Di nêrînên beşdaran de hat gotin jin nîvê civakê ye û dikare berpirsiyariyê hilgire û di tevahî aliyên jiyanê de cihê xwe bigire.

Rêvebera Meclisa Ciwanan a PYD'ê Berfîn Hisên kurtenêrînên beşdaran li ser li hev kir xwend û wiha hate gotin: "Bi diruşma bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em ê têkoşîna ji bo bidawîkirina tundiyê geş bikin, em ê têkoşîna ji bo bidawîkirina tundiya li ser cureya civakî, bilind bikin, jinan di aliyê zanîn, zanist û wekheviya bi mêr re li ser bingeha hevjiyana azad bi hêz bikin."

DIRBÊSIYÊ

Komîteya Jinên Ciwan a PYD'ê ya kantona Cizîrê paneleke diyalogê li navenda partiyê ya bajarê Dirbêsiyê li dar xist. Di panelê de endamên komîte, sazî û meclisan beşdar bûn.

Di panelê de mijara yekemîn a bi navê "Cûreyên tundiya li ser jinan" û ya duyemîn a bi navê "Rola jinên ciwan di têkoşîna rizgariyê ya jinan de" hatin nîqaşkirin.

Di serî de rêvebera Komîteya Jinên Ciwan a PYD'ê Sara Hesen bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ji destpêka dîrokê ve jin di jiyanê de pêşeng bûn û civak bi pêş dixistin, lê belê hişmendiya baviksalarî jin ji vê rolê bêpar hiştin. Lê Şoreşa 19'ê Tîrmehê dîsa rola jinan a çalak di civakê de, vegerand."

Rêvebera Komîteya Jinên Ciwan a PYD'ê Roj Mihemed mijara duyemîn xwend.

Beşdaran teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê û xwegihandina tevahî jinan ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê, da.

(mh/fr)

ANHA

Reqa