Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû

Helbestvan û wêjevanên Sûriyeyî di Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê ya li kantona Reqayê de hevgirtina gelê Sûriyeyê nîşan da.

Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê bi dawî bû
20 mijdar, 2024   22:37
REQA

Piştî 3 rojan ji vegotina çand û wêjeya gelên li Sûriyeyê, çalakiyên Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê ya bi diruşma "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" bi dawî bûn.

Di roja 3ˋyemîn û dawî ya festîvalê de endamên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê ya kantona Reqa, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê, gelek helbestvan û nivîskarên ji Reqayê û kesên girîngiyê didin çandê, beşdar bûn.

Di roja 3ˋyemîn de bi zimanên Kurdî û Erebî helbest û kurteçîrok hatin xwendin, dûre sînevîzyonek ku ji hêla komîteya nirxandina xwendin, nivîskar û nirxandina helbestvan hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin.

Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî û got: "Em vê keda ku Desteya Çandê bi sernavê "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" pêşkêş kiriye pîroz dikin. Di vê çalakiyê de peyameke aşkera heye pênûsên curbecur li Sûriyeyê hene."

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helbestvan û nivîskarên astên yekemîn di her beşekê de wergirtine xelat kirin.

Festîval bi stranên ji hêla koma Reqa ya folklora Erebî û Kurdî bi dawî bû.

(fr)

ANHA