Cara yekem li Rojava monodrama derdikeve ser dikê

Di Festîvala Şehîd Yekta Herkol a şanoyê de ku herî dawî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, cara yekem şanoyên monodrama hatin pêşkêşkirin.

Cara yekem li Rojava monodrama derdikeve ser dikê
Cara yekem li Rojava monodrama derdikeve ser dikê
Cara yekem li Rojava monodrama derdikeve ser dikê
Cara yekem li Rojava monodrama derdikeve ser dikê
Cara yekem li Rojava monodrama derdikeve ser dikê
15 nîsan, 2025   06:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Di Festîvala Şehîd Yekta Herkol a Heftemîn a şanoyê de ku herî dawî li Qamişloyê hat lidarxistin, cara yekem şanoyên monodrama hatin pêşkêşkirin.

Derhêner û lîstikvanê şanoyê Fewaz Mehmûd û endamê komîteya nirxandinê ya Festîvala Şehîd Yekta Herekol, ji ajansa me re axivî û got: "Yekem car e şanoya monodrama li Rojava tê pêşandan.”

5 komên şanoyê yên beşdarî Festîvala Şehîd Yekta Herekol bûn, lîstikên xwe yên monodramatîk pêşkêş kirin. Mehmûd destnîşan kir: "Ciwanên nû hene ku ji enstîtuyan derneçûne. Hin ji wan cara yekem e derdikevin ser dikê û afirîneriyeke bêhempa nîşan da.”

Endamê Peymangeha Bilind a Hunerê (Beşa Şanoyê) Omer Ebdulrehman, berhemên monodramatîk ên ku di festîvalê de ji aliyê komên şanoyê ve hatin pêşkêşkirin nirxandin û got: "Berhemên monodramatîk festîval dewlemendtir kir û komên beşdar ên başûr û rojhilatê Kurdistanê rengekî xweşik da festîvalê.”

Ebdulrehman got pêşandanên monodramayê pir baş bûn, lê hîna jî kêmasî hene. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku piştî vekirina Peymangeha Bilind a Hunerê li Dêrikê dê şano li Rojava bi pêş bikeve.

Rêvebera Komîna Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rumet Beko jî der barê mijarê de got: "Peyama şanoyê dewlemend bû û êşên jinan li ser dikê pêşkêş kirin. Komên ku ji başûrê Kurdistanê hatin, bi lîstikên xwe yên bêhempa festîval dewlemend kir.”

Mîlad Mihemed ku di nava 6 rojan de hemû şanoyên festîvala şopandine, got: "Amadebûna min derfetek bû ku ez ji nêzîk ve ezmûna derhêner, nivîskar û lîstikvanan bibînim û nas bikim.”

(k)

ANHA