Koçberên Serêkaniyê: Şertê vegera ewle derxistina dagirkeran e

Koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî diyar kir ku rêya yekane ya misogerkirina vegera ewle û îstîqrarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê werin derxistin, e.

Koçberên Serêkaniyê: Şertê vegera ewle derxistina dagirkeran e
15 nîsan, 2025   05:15
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Digel veguherînên siyasî yên mezin li Sûriyeyê, koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di rewşeke metirsî de dijîn û li bendê ne ku vegerin malên xwe yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Koçberan diyar kir ku rêya tekane ya misogerkirina vegera ewle û îstîqrar derxistina koçberan e.

Koçberê bi navê Îbrahîm Îmam Elo ku li bajarê Til Temirê dimîne got: “Piştî ketina rejîma berê em li benda mizgîniyên li ser herêmên me bûn. Lê mixabin heta niha desthilata Şamê tu gavên pratîkî ji bo ku em vegerin Serêkaniyê, neavêtine. Dagirkeriya Tirk ne tenê em koçber kirin, ji wê zêdetir zextên xwe bi rêbazên dîtir dewam kirin; weke qutkirina bîrên Elok û hedefgirtina stasyonên kehrebê."

Îmam Elo ew bi mafê xwe yê vegerê ve girêdayî ne û ji bo misogeriya vegera ewle û birûmet pêwîst e hêzên navneteweyî destwerdanê bikin û der barê zirarên dagirkeriyê çêkirine tawîzan bidin şêniyan.

Li aliyekî din jî koçbera bi navê Esrar Neimî girêdana xwe bi mafê xwe ve anî ziman û lê ev şert danî û got: "Ger zemîneke ewle di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de nebe, em venagerin. Bêyî ku tu heêzeke dagirker hebe, divê bajar li xelkê wê vegere."

Esrar bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdengiya xwe bişikînin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Koçber Ebdulkerîm El Ebdulkerîm hêviya vegereke lez kir û got: "Vegera digel mayîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ne mumkin e."

El Ebdulkerîm bang li desthilata Şamê kir ku berpirsiyariya xwe rake û li ser vegerandina koçberan û tawîzdana wan bixebite û her kesê destê xwe di wêrankirina bajêr de heye hesab bixwaze.

(mh/fr)

ANHA