Çapemeniya Erebî pêşketinên li Lubnan û sûriyeyê û reforma NY`ê nirixand

Rojnameyên erebî yên îro li ser helwesta Amerîkayê ya derbarê rola Sûriyeyê li Lubnanê, bandorên aramiya li başûrê Sûriyeyê li ser rewşa aborî li welêt û bangên ji bo reforma NY nivîsîn.

Çapemeniya Erebî pêşketinên li Lubnan û sûriyeyê û reforma NY`ê nirixand
22 tîrmeh, 2026   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan îro li ser peyamên Amerîkayê yên derbarê Lubnanê, siberoja parêzgeha Suweydayê û pirsgirêkên Neteweyên Yekbûyî nivîsîn.

PEYAMÊN CÛDA YÊN AMERÎKAYÊ LI SER ROLA SÛRIYEYÊ LI LUBNANÊ

Rojnameya Lubnanî El Nahar diyar kir ku peyamên ku ji hêla rêveberiya Amerîkayê ve di derbarê rola Sûriyeyê li Lubnanê de hatine weşandin, nakok xuya dikin û pirsan derdixin holê ka gelo Washington nêzîkatiya xwe ya ji bo pirsgirêka Lubnanê ji nû ve formule dike an tenê rolan di navbera saziyên xwe de belav dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku helwesta Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ku tê de her destwerdana Sûriyeyê li Lubnanê npejiîne, bi siyaseta kevneşopî ya Amerîkayê ya piştgiriya serweriya Lubnanê û dijberiya vegera bandora Sûriyeyê re li hev dike. Rojnameyê diyar kir ku ev nakokî dibe ku ne lihevkirinek di nav rêveberiya Amerîkayê de nîşan bide, lê ew du astên cûda yên nêzîkatiya mijarê diyar dike. Yek ji wan balê dikişîne ser parastina serweriya Lubnanê, lê ya din Sûriyeyê wekî hevkarê rêkeftinên herêmî yên berfirehtir dibîne jib o kêmkirina bandora Îranê.

ARAMIYA LI SIWÊDAYÊ JI BO ABORIA SÛRIYEYÊ GIRÎNG E

Rojnameya "El Eraby El Cedeed" nivîsî ku berdewamiya krîza Siwêdayê ne tenê tehdîda tevna civakî ya Sûriyeyê dike, lê di heman demê de dikare Sûriyeyê ji derfetên aborî û stratejîk ên ku ji hêla guhertinên herêmî yên piştî şerê bi Îranê re hatine ferzkirin jî mehrûm bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku aramiya li başûrê Sûriyeyê bûye şertek pêşîn ji bo entegrekirina welêt di projeyên bazirganî û enerjiyê yên herêmî de. Hr wiha diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Siwêdayê hewceyê çareseriyek siyasî ya berfireh e ku baweriya di navbera dewlet û civakê de xurt bike û ewlehî, pêşkeftin û beşdariya herêmî garantî bike.

REFORMA NY JI BO VEGERANDINA ROLA WÊ YA CÎHANÎ GIRÎNG E

 Rojnameya "Erebiya Independet" nivîsî kir ku Neteweyên Yekbûyî bi krîzek bêhempa ya bandorbûn û baweriyê re rû bi rû ye, ji ber zêdebûna şer û krîzên navneteweyî û kêmbûna hebûna wê di pevçûnên mezin de.

Ev yek gefê li NY`ê dixwe ku wê veguherîne rêxistinek marjînal heke reformên rastîn neyên bicîh kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku vegerandina rola rêxistinê bi hilbijartina Sekreterê Giştî yê bibandortir di navbeynkarî û hewldanên pêşîlêgirtina pevçûnan de dest pê dike, di heman demê de pejirandina dîplomasiyek çalak ku aştî, geşepêdan û mafên mirovan bi hev ve girêdide û ji bo ji nû ve avakirina baweriyê di navbera dewletên endam de dixebite.

(k)

ANHA