Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî

Li Kantona Firatê ji ber ku îsal baran nebariya û demsala zivistanê zuwa derbas, çandiniya bejî têk çûye. Lewma niha li ser çandiniya avî tê rawestîn.

Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
Çandiniya bejî têk çû, giranî didin çandiniya avî
7 adar, 2025   07:05
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Hevseroka Destaya Çandinî û Aborî ya Kantona Firatê Sewsen Daban derbarê der barê werza çandiniyê ya îsal û kêmbûna baranê ya li ser çandiniyê de agahî dan ANHA’yê. 

Sewsen Daban destnîşan kir ku îsal ji ber kêmbûna baranê çandiniya li erdên bejî zêde berhem nade û got, “Sala borî baran pir bû, lewma berhema çandiniya erdên bejî û avî zêde bû. Di encamê de nêzî 130 hezar ton gemin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat wergirtin. Lê îsal ve berhem dernakeve.”

Sewsen, diyar kir ku, ji ber zuwabûna demsalê wan niha giranî daye çandiniya avî û wiha dom kir: “Ji bo erdên avî, me heta niha du caran mazot li cotkaran belav kiriye. Li gorî derfetên heyî em ê mazotê li cotkaran belav bikin da ku genim têrî herêmê bike.”

Cotkarê bi navê Mistefa Bozan ê ji gundê Elîşarê yê li rojhilarê Kobanê jî diyar kir ku ew çandiniya avî dike û got: “Çandiniya min avî ye, lê ji ber êrişan û rewşên giştî rêveberiyê mazot dereng belav kir. Heta niha ji bo genim 2 caran mazot daye me. Lê divê ji bo peqle, ceh, colik û kemûnê jî 5-6 caran mazotê bidin.”

Bozan, da zanîn ku beriya du salan mazot baş dihat belavkirin, lê dewleta Tirk a dagirker di herdu salên dawî de navendên sotemeniyê jî bombebaran dike, lewma niha belavkirina mazotê kêm bûye.

Mistefa Bozan anî ziman ku çend roj beriya niha kêmek baran bariya ye, lê piştî wê jî sermayek dijwar destpê kiriye û wê jî bandorek neyînî li erdên çandiniyê kiriye.

ANHA