Di saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rol û mîsyona jinan

Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Tirkmen di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek destkeftiyên hiqûqî, siyasî, leşkerî çandî û civakî bi dest xistine. Niha jî amadekariyên Hevpeymana Civakî ya Jinan tên kirin.

Di saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rol û mîsyona jinan
7 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku wek Şoreşa Jinan binavkirin, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Çerkes û Tirkmen li beramberî kirinên hêzên desthildar ên ku bi zîhniyeta baviksalar û zayendperest tev digerin. 

Em ê di vê dosyayê de encamên ked û xebatên jinan û destkeftiyên ku jinan di nava şoreşê de bi dest xistine, berpêş bikin.

HEVPEYMANA CIVAKÎ

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê di 21`ê Çileya 2014`an de, ya Kobanê di 27`ê Çileyê de û ya Efrînê di 29`ê Çileya 2014`an de, Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman salê de li bajarê Amûdê kom bû û Hevpeymana Civakî ya Rojava qebûl kir. Di hevpeymanê de mafên jinan ên leşkerî, siyasî û civakî hatin parastin. Pergala hevserokatiyê wek rêgezeke bingehîn di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de hate pejirandin.

Hevpeymana Civakî di 29`ê Kanûna 2016`an de hate nûkirin. Di hevpeymanê de mijarên azadî, edalet, wekhevî, perwerde, tenduristî, parastina hawirdorê, azadiya jinan, parastina jinan û mafên zarokan, xalên sereke bûn. Temsîliyeta jinan a di van waran de, derket ji sedî 40’î.

Di çarçoveya mafên gelan û pêşniyarên jinan de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 12`ê Kanûna 2023`yan de Heypeymana Civakî nû kir û qebûl kir. Di hevpeymanê de rêjeya temsîlkariya jinan di pergala edaleta giştî ya herêmê de wek ji sedî 50 hat diyarkirin.

Sala 2024`an xebatên amadekirina Hevpeymana Civakî ya Jinan dest pê kir û heta niha jî dewam dikin.

DESTEYA JINAN

Desteya Jinan yek ji desteyên girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser e, xebatên wê girêdayî çareserkirina dozên jinan ên civakî, aborî, çandî, siyasî û qanûnî ne. Li ser bingeha edaleta civakî û malbateke demokratîk xebatên xwe dide meşandin.

Di nava desteyê de Nivîsgeha Parastina Jinan û Nivîsgeha Parastina Zarokan hene.

Li ser asta kantona Cizîrê jî ji bo pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ji jinên ku rastî şantaj û lêdanê tên, Nivîsgeha Amara hatiye vekirin. Her wiha ji bo pêşxistina behreyên zarokan di navbera sala 2022-2023`yan de 7 nevendên bi navê “Ehlen Simsim” vekirin.

BIRÊXISTINBÛNA JINAN

Bi armanca ku jin li dijî her cure tundî û pirsgirêkên civakî rawestin û xwe ji pergalên serdest rizgar bikin, li gorî îdeolojiya rizgariya jinan xwe bi rêxistin bikin, Kongra Star beriya şoreşê anku sala 2005’an wek yekitî hate avakirin, niha jî wek Kongra Star xebatên birêxistinkirina civakê dide meşandin.

Li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Tebqa, Reqa, Dêrazorê) ku ji dagirkeriya DAIŞ`ê rizgar bûne, bi serkêşiya Kongra Star yekemîn meclisên jinan û malên jinan hatin avakirin û jin hatin birêxistinkirin. Di sala 2021`an de Kombûna Jinan a Zenûbiya hate îlankirin. Navendên wê li Tebqa, Dêrazor û Reqayê hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên wekî şîdet, zewicandina zarokan, pirhevserî, kuştin, berdan, mîras û welayetê xebatan dimeşînin.

TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ ZÎHNIYETÊ; GELEK DEZGEH

Li hemberî tundiya li ser jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di sala 2013`an ve hate damezirandin.

Ji bo piştgiriya jinan ji aliyê hiqûqî ve û belgekirina kiryarên li dijî jinan de, Navenda Lêkolînê û Parastina Mafên Jinan di sala 2020`an hate avakirin.

Weqfeya Jina Azad li Sûriyeyê bi armanca pêşxistina jinan di qadên aborî, çandî, civakî, tenduristî de, di sala 2014`an hate avakirin.

Platforma Jinan a Ekolojiyê ya Rojava ji bo pêşxistina zîniyeta ekolojîk di sala 2022`yan hate avakirin.

Li kêleka van rêxistinan li herêmê meclisên jinan hatin avakirin, sala 2019`an Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 2017`an Meclisa Jinan a Sûriyeyê hate avakirin. Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di partiya Sûriyeya Pêşerojê de, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) de jî ku wekî dezgehên girîng û mezin li herêmê ne, meclis û nivîsgehên jin hatine vekirin.

Li hêrêmê yekitiyên jinên Suryan, Ermen û êzidî hatine damezirandin, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) û hejmareke komele û saziyên jinan ên civaka sivîl hatine avakirin.

MALA JINAN

Li Rojavayê Kurdistanê Ji bo parastina mafên jinan li dijî tundî, zewicandina zarokan, tacîz, binpêkirina mafan û hemû pirsgirêkên civakî li bajaran, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan, Mala Jinan cara yekemîn  di 20`ê Adara 2011`an de di bin banê Yekitiya Star (Kongra Star) de li bajarê Qamişlo hate vekirin. Niha li seranserê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 malên jinan hene.

Ji bo peydakirina çareseriyên pirsgirêkên jinên Suryan, Ermen û Keldanî jî, li bajarê Qamişlo û Hesekê di sala 2019`an de Mala Jinan a Eştarût di bin banê Yekitiya Jinên Suryan de hatiye avakirin.

MECLISA EDALETÊ YA JINAN

Di sala 2016`an de Meclisa Edaletê ya Jinan hate avakirin û xebatên xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di bin banê meclisê de Mala Jinan, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî hatin birêxistinkirin.

Piştî berfirehkirina herêmên rizgarkirî, Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Konferansa Cizîrê ya Meclisa Edaletê ya Jinan (2018) hate îlankirin.

QANÛNA MALBATÊ

Qanûna Jin ku mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî misoger dike, bêyî ku xwe bispêre zîhniyeta baviksalar edalet û wekheviyê pêk tîne, di 27`ê Cotmeha 2014'an de bi pêşengiya Kongra Star wek 26 made hat derxistin. Lê ji ber ku qanûnên ceza û cezayên pênasekirî tune bûn, qanûnên ceza û cezayên ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin bicihkirin, esas dihatin girtin. Qanûna Jinan di sala 2016`an de bi erêkirina qanûna sûc û ceza re, hat temamkirin.

Di sala 2019`an de di konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a yekemîn de ku 62 rêxistinên jinan û jinên serbixwe tê de cih digirt, Qanûna Jinan wek rêgeza jinan hate nîqaşkirin û biryara danîna Qanûna Malbatê hate dayîn.

Qanûna Malbatê ji 6 sernavan; zewac, hevberdan, bandorên hevberdanê, debara xizman, xizmtî û sûcên têkildarî malbatan û ji 41 madeyan pêk tê. Di qanûnê de ji bo sûcdarên di dozên jinên hatine qetilkirin de 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Qanûna Malbatê cara yekemîn di 2023`yan de li herêma Cizîrê hate erêkirin. Di qanûnê de jin, zarok û ferdên malbatê tên parastin.

QADA EWLEKARÎ Û LEŞKERÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin di sala 2012`an de bi awayekî pratîk ewlehiya jinan girte ser milê xwe, di sala 2014`an de fermî hate avakirin. Di nava de Hêzên Parastina Jin a Suryanî (Sotoro) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Asûrî (Natûra) de cih digirin. Jin di nava Trafîkê de jî cih digirin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) sala 2013`an hatiye damezirandin. Li kêleka wê jî jin cihê xwe di nava meclisên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen de bi awayekî xweser ên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de jî digirin.

Ji bo parastina civakê di warê ewlehî û rêgirtina li ber şerê taybet, Hêzên Parastina Civakî-Jin di sala 2016`an hate damezirandin.

TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2016`an hate damezirandin, niha li herêmê 5 navendên girêdayî tevgerê hene. Di bin sîwana tevgerê de Tomargeha Şehîd Berçem û Sîne Jin wek 2 saziyên ku xebatên hunerî yên film, klîp û derxistina stranan dimeşînin, dixebitin.

Sala 2024`an jî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê Peymangeha Bilind a Huneran vekir.

Her wiha tevgerê sala 2020`an Dibistanan Şehîd Nwêla ya Hunera Şêwekariyê vekir û komeke zarokan a muzîkê bi heman navî ava kir.

ANHA