Di şerê li Laziqiyê de 16 endamên desthilata Şamê hatin kuştin

Di şerê navbera komên çekdar û hêzên girêdayî desthilata Şamê de 16 endamên hêzên desthilata Şamê hatin kuştin.

Di şerê li Laziqiyê de 16 endamên desthilata Şamê hatin kuştin
6 adar, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Laziqiyê komên çekdar êrişî hêzên "Rêveberiya Ewlehiya Giştî" yên girêdayî desthilata Şamê kirin û şerekî dijwar di navbera her du aliyan de derket. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di şer de 16 endamên "Rêveberiya Ewlehiya Giştî" ya desthilata Şamê hatin kuştin. 

Hate ragihandin ku gundên Herf Sarî, Babeda, Diwêr Babeda, Daliya, Geliya Qeleh, Bêyt Ana ji aliyê fakulteya deryayî ku hêzên desthilata Şamê lê dimînin bi obîs û moşekan hatin topbarankirin.

Her wiha hate zanîn ku bi helîkopteran hin dever li gundê Beyt Anayê hatin hedefkirin û balafirên keşfê jî li ser herêmê digeriyan.

SOHR’ê diyar kir ku li bajarê Tertûsê û herêma Detûr a Laziqiyê xwepêşandan hatin lidarxistin.  Li gorî SOHR’ê li kolanên Ceblê piştî banga şermezarkirina êrişa hewayî, gule bi dijwarî hatin barandin.

(bb)