‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’

Meryem Ehmed tevî kiryaran dewleta Tirk û êşên ji ber dagirkeriyê jî, soza domandina têkoşînê daye û wê li ser xeta zarok û nêviyên xwe yên şehîd jî berxwedana xwe xurttir dike.

‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
‘Bi têkoşîn û berxwedana xwe kirasê tirsê çirandiye’
11 cotmeh, 2025   03:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Meryem Ehmed di sala 1960’î de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye. Dema dizewice jî li Serêkaniyê dijî. Meryem dayika 5 kur û 7 keçan e.

Serêkaniyê ji bo wê bûbû cihê herî xweş ê di jiyana wê de. Her jiyana wê û zarokên wê li Serêkaniyê derbas dibû. Heya îro jî kanî, çem û axa Serêkaniyê di dilê wê de dijîn. Her ku qala bajarê Serêkaniyê tê kirin, çavên wê bi hêsir dibin.

Meryem Ehmed di demeke zû de PKK'ê nas dike. Bi vê felsefeyê jiyana xwe domand. Xew û xeyala wê dîtina Rêber Abdullah Ocalan bû. Her wiha 12 zarokên xwe li ser fikra azad a Rêber Abdullah Ocalan mezin kirin.

Di malbata wê de gelek kes tev li nava refên PKK û YPG, YPJ, û QSD’ê bûne.

Xelîl Ehmed (Raman Raman) di sala 1980'ê de tev li nava refên gerîla dibe û di sala 2003’yan de li Zapê digihêje asta şehadetê.

Rojîn Ehmed (Rojîn) di sala 1991'an de tev li nava refên gerîla bûye û di sala 1997'an de li Garê gihaştiye asta şehadetê.

Xelîl û Rojîn zarokên birayê dayika Meryem in. Piştî ku keça xala wê şehîd dikeve, keçika wê jî biryara tevlêbûna xwe dide.

Keçeke Meryemê ji ber zordariya desthildariya Şamê ya li dijî nasnameya û zimanê gelê Kurd di sala 1992'yan de biryara tevlêbûna nava PKK'ê dide.

Her wiha kurekî wê jî di sala 2017'an de tev li nava refên tevgera azadiya Kurdistanê dibe.

‘PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ERKA HEMÛ CIWANAN E’

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re zarokên Meryemê cihê xwe di nava qadên leşkerî û civakî de girt. Gelek ji wan di nava çeperên şer de xaka Rojava parast û cih di nava têkoşînê de girt. Li hember dagirkeriyê jî şer kirin. Ne tenê  zarokên wê, neviyên wê jî di nava qadên leşkerî de cih girt û heya îro jî destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin.

Meryem dayika şehîdekî ye. Hisen Hesen (Raman Raman) bi destpêkirina şoreşa Rojava re di nava YPG'ê de cih girt û di destpêkirina şerê Serêkaniyê de, di sala 2019'an de li Eyn Îsayê şehîd dibe. Raman Raman bavê 5 zarokan e; 2 keçên wî di nava YPJ'ê de ne. Kurekî wî jî di nava hêzên Komandos de cih digire. Keç û kurekî wî jî hina biçûk in û dapîra wan Meryem wan xwedî dike. Meryem dapîra 13 şervanên YPJ û QSD'ê ye.

Nêviyekî dayika Meryem jî şehîd e, Orhan Cemîl (Hozan Dirbêsiyê) di sala 2011'an de tev lê dibe û di sala 2014' an de li Serêkaniyê şehîd dibe.

'KOÇBERÎ NEBÛ ASTENG LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA DAYIKAN'

Serêkaniyê 2 caran rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat. Di sala 2012'an de Cebhet El Nusra êrişî Serêkaniyê kir. Lê şervanên YPG'ê û YPJ'ê û gelê wê efsaneyên dîrokî dan nivîsandin. Lê dewleta Tirk dixwest destkeftiyên ku şoreşa Rojava bi dest xistine têk bibe. Ji ber wê jî di sala 2019'an de êrişî Serêkaniyê kirin û gelê Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Meryem jî yek ji wan jinên koçber e ku di nava konên penaberiyê de her roj li benda vegera ewle ye.

Zehmetiyeke ku Meryem mîna hemû koçberan di konan de dikişîne, kêmbûna avê ye. Ava ku ji kaniyên Serêkaniyê û çemê wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye qutkirin. Yek ji wan avan jî ava Elok e.

Dayika Meryem wiha behsa zehmetî û berxwedana ji bo vegera ewle dike: “Erê em koçber bûne û zehmetî hene, lê têkoşîna me ji bo azadiyê û rizgarkirina Serêkaniyê xurttir e. Em ê heya dawiyê rêya zarokên xwe û nêviyên xwe ku canê xwe ji bo azadiyê feda kiriye, em ê jî feda bikin. Ji bo parastina çand, ziman û rûmeta xwe em ê her û her berdêlan bidin û tu carî ne poşman in. Heke mirinek hebe bila li ser xaka Kurdistanê be. Di wê demê de bi saya vê yekê heya em sax bin divê em tê bikoşin û tu carî dev ji doza xwe bernedin û li pey şopa şehîdên xwe bin û ji gefên dagirkeriyê netirsin. Êdî kefenê tirsê hatiye çirandin. Divê ew ji me bitirsin, şervanên me QSD, YPG û YPJ hene û em ê jî bi wan re şer bikin û piştgiriya wan bikin.”

ANHA