Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî

Çandina çewênderê (silka şekir) li kantona Reqayê nêzî 13 salan e gelekî kêm bûye, niha li şûna wê cotkar çewênderên êm diçînin. Pisporên çandiniyê dibêjin çandina çewênderên şekir jêdereke aborî ya girîng bû li herêmê.

Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
Çandina çewênderê li Reqayê; hêviya cotkaran a windayî
13 tîrmeh, 2025   06:15
REQA
ENES MIHEMED

Kantona Reqayê wek çavkanî û jêdera nan bû li Sûriyeyê û qadeke girîng a ji bo çandina berhemên stratejîk bû. Lê îro di qada çandiniyê de guherînên mezin çêbûn, êdî li şûna çewêndera şekir ku pir dihate çandin, çewêndera êm tê çandin.

Çewênder, yan jî wekî ku li Reqayê tê binavkirin "şewender", li kêleka genim û pembû yek ji berhemên çandiniyê yên girîng bû li kantona Reqayê, hem ji ber axa wê ya bibereket, hem jî ji ber ku mezintirîn kargeha çêkirina şekir li Sûriyeyê li Reqayê bû.

Kargeha şekir, mîna kargehên din ên li kantona Reqayê, ji hêla çeteyan ve bi tevahî hate wêrankirin û xirabkirin û alavên wê hatin dizîn.

LI ŞÛNA ÇEWÊNDERA ŞEKIR COTKAR ÇEWÊNDERA ÊM DIÇÎNIN

Du cureyên çewênderê hene, yek ji wan a şekir e ku şekirê xwarinê jê tê çêkirin, yek jî wek êmê pez û sewalan tê bikaranîn.

Cotkarê bi navê Xelef El Ebdela yê ji bajarê Hezîma yê bakurê Reqayê, der barê rewşa çandina çewênderê de axivî.

El Ebdela got: "Berê me bi piranî çewêndera şekir diçand. Ew çandiniyeke bisûd bû, ji her hektarê me nêzîkî 7 hezar dolar qezenc dikir, her wiha ji bo pir kesan derferên kar peyda dibûn."

Têkildarî sedemên kêmbûna çandina çewenderê de El Ebdela bi xemgînî got: "Sedema sereke wêrankirina kargeha şekir a li Reqayê ye. Ev kargeh ji bo vê çandiniyê damara jiyanê bû. Bêyî wê kes vê berhemê nakire û di encamê de cotkar neçar man ku vê çandiniyê bi tevahî berdin.”

Ji ber têkçûna çandina çewêndera şekir, ji 13 salan ve cotkarên herêmê berê xwe daye çandina çewêndera ji bo êmê pez û sewalan, lê qada çandina wê jî pir kêm e.

KARGEHA ŞEKIR A REQAYÊ: DAMARA JIYANA ABORÎ YA HERÊMÊ 

Endezyarê elektrîkê yê berê li Kargeha Şekir a Reqayê Zekî Hisên ku ji destpêkê ve li kargehê dixebitî, behsa kargehê û girîngiya wê kir.

Kargeha Şekir a Reqayê di sala 1975`an de hate damezirandin û di sala xwe ya yekem de 4 hezar ton çewênder wergirt.

Hisên behsa salên geşbûna kargehê kir: "Kargeha Şekir a Reqayê ne tenê avahiyeke pîşesaziyê bû; ew navendeke girîng bû ji bo kar û çalakiyên aborî. Dema ku kargeh dixebitî, wê ji bo zêdetirî 4 hezar û 500 karker û karmendan derfetên kar ên rasterast peyda kirin, ji endezyar û teknîsyenan bigire heya karkerên demsalî yên di beşên çandinî, çinîn û veguhastinê de dixebitîn.”

El Hisên wiha pê de çû: "Li dora kargehê geşbûnek mezin a aborî çêdibû. Şîrketên veguhastinê bi wê re mijûl dibûn, firoşkarên mezin berhemên kargehê dikirîn û difrotin, her wiha ji ber ku bi hezaran karker dihatin, karê dikan û xwaringeha jî zêde bû.

Li gorî El Hisên kargehê şekirê bi kalîteya pir baş çêdikir û beşek mezin ji pêdiviyên bazara Sûriyeyê têr dikir.

Endezyar El Hisên tekez kir ku eger ev kargehên li herêmê bi taybet a şekir dîse were çêkirin dê sûdeke mezin bide jiyna aborê ya Reqayê.

ÇEWÊNDERA ÊM: QADEKE NÛ YA ÇANDINIYÊ

Endezyarê çandiniyê Mistefa Ebduqader ê ji Reqayê diyar kir ku di sê salên borî de gelek cotkar berê xwe dane çandina çewênderê êm, û diyar kir sûda wê çandiniyê ji bo peydakirina êmê pez û sewalan heye.

Ebdilqadir destnîşan kir ku eger çewênderê êm têkeve nava sistema xwarinê ya pez û sewalan dê dibe sedema zêdebûna hilberîna şîr û baştirkirina kalîteya goşt.

BANGA JI BO PIŞTGIRIYÊ

Ebdilqadir ji saziyên têkildar xwest ku piştgirya sektora çandina çewênerê şekir û yê êm bikin, bi yabet peydakirina tovê wan. Her wiha tekez kir ku ev ê bibe alîkar ku hilberîna herêmî baştir bibe û bihêle ku cotkar berê xwe dibin vê çandiniyê.

Mistefa Ebdilqadir her wiha xwest ji hêla locistî û teknîkê ve piştgiry cotkaran were kirin, ji ber ku ev berhem dê bibe egera pêşketina domdar a sektorên çandinî û sewalkariyê li kantona Reqayê.

(k)

ANHA