Parêzgerê Silêmaniyê: Gerîla peyam da ku ew ji çekê bihêztir in

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir der barê merasîma şewitandina çekan de ji aliyê komeke gerîlayan ve axivî û got: “Duh gerîla û gelê Kurd di nava 20 deqeyan de peyamek gihandin ku em ji çeka di dest xwe de bihêztirin. Me tê de pêşengtiya jina Kurd, disiplîn û îradeya bihêz a jina Kurd dît. Ev jî di demek de ye ku niha li tevayî cîhanê êriş li ser jinan hene.”

Parêzgerê Silêmaniyê: Gerîla peyam da ku ew ji çekê bihêztir in
12 tîrmeh, 2025   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê peyama waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir der barê merasîma danîna çek ji aliyê komeke gerîla ve li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de parve kir. 

Li gorî nûçeyê Heval Ebûbekir gotiye ku gelek zehmet e mirov bikare hestên gelekî ku parastinê li xaka xwe dikin, vebêje û wiha domandiye: “Lê biryarek gelek exlaqî û jîrane bû. Ne tenê netewa Kurd, divê netewên din ên herêmî û cîhanê jî vê ezmûnê bi serweriyeke mezin û pêşengtiyeke rast a ji bo aştiyê binirxînin.”

Waliyê Silêmaniyê anî ziman ku li gorî hişmendiya dewletê wisa ye ku çek wê hemû pirsgirêkan çareser bike û got: “Ewa duh nîşa me da ku çekek din xurtir heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ew jî hişmendiya aştîxwaziyê ye. Ew pêngava duh ne pêngava radestbûn û teslîmbûnê bû. Ji bo hemû cîhanê gotin, hilgirtina çek neçariyek bû ji bo bidestxistina mafê û aştiyê. Bi rêya gerîla ev peyam hate dayîn ‘em ji çeka di dest xwe de bihêztirin’.”

Heval Ebûbekir anî ziman ku duh gerîla û gelê Kurd di nava 20 deqeyan de peyamek gelek mezin da ku sed sal bû me nekarî bigihînin. Ew jî pêşengtiya jina Kurd, disiplîn û vîna xurt a jina Kurd me dît. Ev dîmen di demekê de ku li temamê cîhanê êriş li ser jinan heye derket pêş.”

Li ser peyama Hevseroka KCD’ê Besê Hozat a bi zimanê Tirkî jî Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir anî ziman ku ji bo temamî civaka Tirkiye jin çareseriyê bi rêya aştiyane dixwazin, civak hêzê ji jinan digire û got: “Girîngiya vê pêngavê ewe ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê yek bigirin û yek deng bin.”

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir destnîşan kir ku gav avêtina dewletê jî girînge û got: “Ya herî girîng banga Birêz Ocalan û bersivdayîna PKK’ê bû. Bi vê yekê gavê wê bi leztir bin. Divê dewlet zêdetir ber bi pênavê ve gavan bavêje. Ji ber ku di vê rewşê de zêdetir erk dikeve ser milê wan ji bo pêşvebirina pêngavê. Ev pêngave girînge, careke din Kurd nabin xizmetkarê kesê. Divê dewleta girtiyan azad bike, Destûra Bingehîn biguhere û mafê gelê Kurd bide.”

Herî dawî Heval Ebûbekir anî ziman ku divê hemû alî piştgiriya xwe ya vê qonaxê bicih bîne.

Duh li Şikevta Casene ya navçeya Dukan a bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê 30 gerîlayan merasîmeke dîrokî ya tinekirina çekan li dar xist.