Ji hezar û 700 kesî re hevserokatî hat vegotin

Komxebatên rêxistinên jinan ên li ser pergala hevserokatiyê ku heta niha nêzî hezar û 700 kes tevlî bûne, hem tecrubeyên 12 salan nîşan dan, hem jî raxist ber çavan ku ev sîstem ji bo demokratîkbûna tevahiya Suriyeyê rêya herî rast e. 

Ji hezar û 700 kesî re hevserokatî hat vegotin
Ji hezar û 700 kesî re hevserokatî hat vegotin
Ji hezar û 700 kesî re hevserokatî hat vegotin
Ji hezar û 700 kesî re hevserokatî hat vegotin
Ji hezar û 700 kesî re hevserokatî hat vegotin
13 tîrmeh, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Helebê bi pêşengiya Kombuna Jinan a Zenubya û Kongra Star, ji dawiya meha Gulanê (2025) ve li ser pergala hevserokatiyê rêze komxebat û konferans dan destpêkirin. 

Armanca van xebatdan wekî, “Nîşandana encamên sîstema hevserokatiyê ku ji sala 2014’an li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tê pêkanîn û zêdekirina hişmendiya civakê ya li ser vê sîstemê” hat eşkerekirin.

Di çarçoveya plansaziyê de heta niha konferansa yekem 27’ê Gulanê li Reqayê hat pêkanîn. Piştre bi rêzê li Heleb, Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Şedadê komxebat û konferans hatine lidarxistin. Ji bajar û bajarokên derdorê nêzî hezar û 700 jin û mêr tevlî van xebatan bûn. Hevserok, rêveber, endamên saziyan, siyasetmedar û nûnerên hêzên parastinê jî tevlî konferans û komxebatan bûn.

TECRUBE HATIN PARVEKIRIN

Di konferans û komxebatan de wekî xalên yekem tecrubeyên 12 salên Rêveberiya Xweser hatin parvekirin û encamên ku derketine holê hatin gotubêjkirin.

Hat diyarkirin ku sîstema hevserokatiyê, îradeya jinê û hêza wê raxistiye ber çavan, di nava civakê de jî feraseta wekhevî, edalet û azadiyê pêş xistiye. Ya herî girîng jî li hemberî zîhniyeta zilamsalarî hişmendiyek daye avakirin û wekî nimûneya modela demokrasiyê hatiye pênasekirin. 

ENCAM Û PÊŞNIYARÊN DERKETINE HOLÊ:

Xala duyemîn û girîng a van xebatan nirxandin û pêşniyarên ji bo pêşerojê bûn. Di tevahiya konferans û komxebatan de bal hat kişandin ku sîstema hevserokatiyê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serkeftî ye, bûye stûna bingehîn a avakirina civakek demokratîk, lewma pêwîste ji bo tevahiya Suriyeyê were pêkanîn.

 Encamek din a ku derketiye holê jî perwerdekirina civakê ya li ser sîstema hevserokatiyê ye. Hat gotin ku vê sîstemê hişmendiyek ava kiriye, lê ji bo parastina jin û civakê hîn zêdetir pêdivî bi kûrkirina pergalê heye. Ji bo vê yekê jî pêşniyar hatine kirin ku di nava tevahiya civakê de perwerde werin dayîn û bi vî rengî zîhniyeta desthilatdar a mêran û feraseta klasîk a jinan were derbaskirin.

Sîstema hevserokatiyê ji bo avakirina civake exlaqî û polîtîk wekî yek ji gavên bingehîn hat pênaskirin û hat pêşniyarkirin ku hemû beşên civakê li ser feraseta “Jin Jiyan Azadî” werin perwerdekirin.

Ji bo avakirina feraseta azad û wekhev jî pênşira hat kirin ku xebatên wekî atolye û perwerdeyên ji bo naskirina hevserokatiyê jî bên meşandin.

Pêşniyar hat kirin ku ji bo şopandina encamên van xebatan jî komîteyek were avakirin.

Di çarçoveya plansaziyê de li deverên din ên herêmê jî komxebat û konferans werin lidarxistin.

 (YM)