Çalakvana siyasî: Dewleta Tirk hewl dide bandorê li pêvajoya Sûriyeyê bike

Çalakvana siyasî û rojnamevan Însaf Silêtîn destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bandorê li pêvajoya li Sûriyeyê bike û got:  "Tirkiye hewl dide herêmên Sûriyeyê veguhêze qadên ezmûn û zextê. Serdana hikumeta veguhêz ji bo Moskovê bi armanca ji nû ve danîna xetên bandorkirinê ye.”

Çalakvana siyasî: Dewleta Tirk hewl dide bandorê li pêvajoya Sûriyeyê bike
26 kanûn, 2025   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê demê dawîn de tevgerên dîplomatîk û meydanî li Sûriyeyê pêk hatin, nexasim serdana wezîrê karên derve û yê berevaniyê yên dewleta Tirk ji bo Sûriyeyê.

Piştî vê serdanê komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.

HEWLDANA TIRKIYEYÊ JI BO BANDORKIRINÊ Û GUHARTINA HEVSENGIYAN

Çalakvana siyasî û rojnamevana sûriyeyî Însaf Silêtîn ji ajansa me re diyar kir ku serdana dewleta Tirk ji bo Şamê ji vê qonaxê ne cuda ye û got: "Ew serdan beşek ji kêliyeke ewlehî-siyasî ya hestiyar e û ne tenê serdaneke protokolî û serbixwe ye. Ev serdan îradeya Tirkiyeyê ya ji bo bandora li ser Sûriyeyê û guhartina hevsengiyan nîşan dide, bi taybetî di mijarên bakurê Sûriyeyê û mijara Kurdan de."

Însaf Silêtîn da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bandorê li hin pêvajoyên hundirîn bike, di serî de pirsgirêka Kurd û dosyaya bakurê Sûriyeyê û got: "Li hemberî vê îradeyê rastiya Sûriyeyê asteng e. Helwestên QSD'ê nîşan didin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwistî bi hevbeşiya siyasî û garantiya fermî di hundirê dewleta Sûriyeyê de heye, ne bi zextên ewlehî û meydanî. Ji vir tê zanîn ku bandora Tirkiyeyê nikare bi tena xwe encamekê bi dest bixe."

‘HERÊMÊN SÛRIYEYÊ BÛNE QADÊN EZMÛN Û ZEXTÊ’

Însaf Silêtîn wiha domand: “Di navbera serdana Tirkiyeyê û êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de girêdanek heye. Rast e em nikarin bêjin ku ew sedema rasterast e lê belê girêdanek heye ku nayê paşguhkirin. Ev ne cara yekê ye ku tevgerên siyasî bi rêya tevgerên li ser erdê tên pratîkkirin. Ev jî diyar dike ku ev herêmên ku tevger li ser tên kirin, ji bo qadên zextê û ezmûnkirina mesajên siyasî tên veguhastin.”

Însaf Silêtîn diyar kir ku li gorî QSD'ê ev tevger zextek e û armanc jê berfirehkirina çarçoveya danûstandinan e lê belê li gorî Tirkiyeyê ev hewldana ji nû ve kontrolkirina rewşa ewlehî li gorî berjewendiyên Enqereyê ye.

TEVGERÊN SIYASÎ Û MEYDANÎ JI BO JI NÛ VE DANÎNA XETÊN BANDORKIRINÊ

Di dawiya axaftina xwe de Însaf Silêtîn got: "Serdana hikumeta veguhêz ji bo Moskovê girêdana di navbera pêvajoyên siyasî û meydanî de teqez dike. Têkiliya bi Moskovê re sînorên tevgera Tirkiyeyê diyar dike. Ev jî diyar dike ku mijar li gorî hevsengiyên mezin û hestiyar tên pêşxistin. Ev tevgerên siyasî û meydanî wekî amûrên hevbeş ji bo ji nû ve danîna xetên bandorkirinê tên bikaranîn."

(mh)

ANHA