Êşa şêniyên Babê ya ji ber baregeha dagirkeriyê didome

Pirsgirêka malên şêniyên çiyayê Şêx Eqîl ê bajarê Babê yê dagirkirî êşa şêniyan û dagirkeriya Tirk a ku baregeha xwe li şûna wan malên ava kiriye, vedibêje. Li hemberî vê destwerdanê saziyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heta niha tu bertek nedane.

Êşa şêniyên Babê ya ji ber baregeha dagirkeriyê didome
26 kanûn, 2025   03:45
TEBQA

Bajarê Babê ji bajarên herî mezin ên bakurê rojavayê Sûriyeyê ye û tê de pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen dijîn. Bab nêzî 35 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Helebê dikeve û nêzî 30 kîlometreyan li başûrê sînorê Tirkiyeyê dikeve.

Bajarê Babê li ser lûtkeya rojhilat a çiyayê Şêx Eqîl hatiye avakirin. Ev çiya jî li ba şêniyan xwedî wateyeke mezin e.

Li lûtkeya çiya taxeke tam heye ku ji 100 malan pêk tê û şêniyên bajêr navê "Cebeliyîn" li şêniyên wê taxê kir. Lê belê di 11'ê Sibata 2017'an de piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajar dagir kir, artêşa Tirk a dagirker ew tax bi temamî hilweşand ku di nav de saziyên xizmetguzarî û nexweşxaneya Cebel jî hebûn.

Malên şêniyan tevî tiştên wan ên tê de hatin rûxandin. Dagirkeriya Tirk bi bihaneya hebûna hêzên rejîma berê li bajarê Tadifê yê ku 2 kîlometreyan rojhilatê Babê ye, baregeha xwe ya leşkerî li şûna taxê ava kir. Ew jî di çarçoveya peymana sêalî de ya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya di 4'ê Gulana 2017'an de bû ku li gorî wê herêmeke bêçek hat diyarkirin, bajarê Babê jî di nav de bû.

Li hemberî vê bihaneyê şêniyên bajêr serî hilda û banga pêşkêşkirina tawîz û alîkariyan kir nexasim ku gelek caran dema rejîma berê ji bajarê Tadifê malên sivîlan topbaran dikirin, artêşa Tirk a dagirker li wan temaşe dikir û bi ser de fermandarên ku hewl dida bersiva topbaranê bidin binçav dikirin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl da bi rêya çeteyên xwe yên "Meclisên Xwecih" vê mijarê bidin jibîrkirin û sozên nerast bidin şêniyan. Lê piştî zextên mezin ji şêniyan dagirkeriya Tirk bi rêya wan meclisan cihekî din ji şêniyan re pêşkêş kir bê ku tu tawîzên din bide wan, ev jî bû sedema nerazîbûna gelekan.

Piştî hilweşîna rejîma berê û piştî bidestxistina belgeyan li Helebê, şêniyan dît ku ew deverên ku ji bo şêniyan hatine dayîn girêdayî Gerînendetiya Ewqafan a Helebê ye.

Şêniyan berê xwe da "rêveberiya herêma Babê" ya girêdayî hikumeta veguhêz lê li wir jî hatin astengkirin. Berpirsên li rêveberiyê hewl da ji mijarê bireve û got ku divê ew berê xwe bidin Wezareta Karên Derve.

KOLETIYA JI DAGIRKERIYÊ RE

Şênî dibêjin ev bertekên ji hikumeta veguhêz koletiya ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re nîşan dide nexasim ku li deverên bakurê Sûriyeyê ew hîn serwer in. Di roja 19'ê vê Kanûnê de şêniyan bi xwepêşandanekê banga derketina dagirkeriya Tirk û pêşkêşkirkna tawîzan ji ber malên wan ên ku dagirkeriya Tirk wêran kirine, kir.

Tevî hilweşîna rejîma Baasê jî baregehên dagirkeriya Tirk li bajarê Babê hene ku yek ji wan li Çiyayê Şêx Eqîl e û yek jî li Zerzûrê.

Pirsgirêka şêniyan ne tenê ya çiyayê Şêx Eqîl e, li kêleka wê bi sedan mal hene ku çeteyên dewleta Tirk dest danîne ser û şêniyên wan derxistine. Dema ku xwediyên malan doza malên dikin jî tohmet li wan tên dayîn. Li hemberî wê qaşo rêveberiya herêma Babê hewl dide hin malan vegerîne lê ew ne zêdetirî 5-6 malan in.

Li bajarê Babê şop û nîşanên dagirkeriya Tirk hîn hene, kolan bi navên Tirkî ne, pankartên dimanan bi Tirkî ne, alên Tirkî hatine daliqandin û pereyên Tirk tên bikaranîn.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker piştgiriya darayî ji bo saziyên girêdayî xwe rawestand ji ber ku êdî saziyên hikumeta veguhêz tên çalakkirin. Lê di saziyên hikumetê de jî lewaziyeke mezin heye bi taybetî di aliyê darayî de. Şêniyan dît ku ev jî gaveke plankirî ye da ku dewleta Tirk lewaziya saziyên hikumeta veguhêz dihar bike û bihêle şênî dîsa dagirkeriyê qebûl bikin.

(mh)

ANHA