Metranê Cizîr û Firatê: Hêvîdar im sala nû bibe sala aştiyê

Metranê Cizîr û Firatê yê Metraniya Ortodoks a Suryanî bi boneya Cejna Noelê peyamek da û diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina aştî, bidawîkirina şer û terorê li Sûriyeyê heye. Metran bang li Sûriyeyiyan kir ku nakokiyên xwe di nava xwe de çareser bikin, ji kîndariyê bi dûr bikevin, bi hev re sala nû bikin sala diyalog û yekitiya neteweyî di nava tevahî pêkhateyan de.

Metranê Cizîr û Firatê: Hêvîdar im sala nû bibe sala aştiyê
26 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bi boneya Cejna Noelê Metranê Cizîr û Firatê yê Metraniya Ortodoks a Suryanî Mar Morîs Amsîh peyamek pîrozbahiyê da. Metran banga aştî û hezkirinê kir û hêvî kir ku sala nû ji bo tevahî Sûriyeyiyan û pêkhateyên herêmê bibe sala xêr û aramiyê, her wiha got girîngî bi dûrketina ji kîndariyê heye û divê diyaloga di nava welatiyên welatekî were xurtkirin.

Metran Amsîh destnîşan kir ku " Em ji vê salê xatir dixwazin û pêşwaziya sala nû dikin, em xatir ji saleke tije êş û xemgîniyê dixwazin û hêviya me bi xwedayê me mezin e ku sala bê ji bo evahî pêkhateyan bibe sala xêr û aştiyê, bibe sala xêr û bereketê li ser vê xaka pîroz ji bo tevahiyan."

ˋHEWCEDARIYA SÛRIYEYÊ BI AŞTIYÊ HEYEˊ

Metran Amsîh da zanîn ku "Îro hewcedariya me tevahî bi aştiyê heye, hewcedariya me bi aştiyekê heye ku xaka me ji şer, teror û wêraniyê vala bibe, da ku em bi tevahî gelê Sûriyeyê re bi aştiyeke rasteqîn bijîn, çi li Cizîrê yan jî Şamê yan jî li kîjan erdnîgariya Sûriyeyê dibe."

ˋÇARESERKIRINA NAKOKIYAN BI DESTÊ SÛRIYEYAN Eˊ

Amsîd got: "Em ji bo gelê Sûriyeyê tevahî nimêj dikin ku bi çavên hezkirin û aştiyê pirsgirêkên xwe di nava xwe de bêyî destwerdanên destên biyaniyan çareser bikin. Sûriyeyî êşên hev nas dikin, em li hev werin. Bi hêvî me sala nû ji bo Sûriyeyiyan bibe sala diyalog, hezkirin û aştiyê."

Metran Mar Morîs Amsîh bang li Sûriyeyiyan kir ku ji gotinên kîndariyê bi dûr bikevin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gotinên kîndariyê bandorê li tevahiyan dikin. Dema em bi hezkirin diaxivin, xwedê hezkirin e. Xweda li ser zimanê pêxmer Mesîh gotiye ˋji hev hez bikin weke çawa min ji we hez kiriye.ˊ Ji ber ku dema em bi hezkirin bi birayên xwe re dicivin, em hezkirina rastîn bandorê li hemûyan dike. Vê cejnê li tevahî Sûriyeyiyan pîroz dikim."

(fr)

ANHA