Çalakiyên li Ewropa: Her der Rojava ye

Li gelek   bajarên Ewropa bi sed hezaran kes derketin qadan û bersiv da banga seferberiya Rojava û gotin her der Rojava ye û  her der berxwedane.

Çalakiyên li Ewropa: Her der Rojava ye
24 ÇILE, 2026   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Ewropa Swîsre, Franasayê, Swêdê, Holandayê û Norweçê, Cenevreyê bi sed hezaran Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û tev li banga seferberiya ji bo Rojavayê bûn. 

MARSİLYA 

Fransiyên dostên Kurdan û aktîvîstên ku di saet 13.00’an de li Qada La Plaine ya Marsilyayê hatin ba hev, tevahiya meşê pankarta bi nivîsa; “Marseille Solidarité Kurdistan” hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên weke “Rojava ne bi tenê ye”, “Biji Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

HOLLANDA

Li Bajarê Amsterdamê yê Hollandayê jî bi hezaran kes kes bi heman armancê mitîng pêk anîn. Bi hezaran Kurd û dostên wan bi merşa çerxa şoreşê dest bi meşê kirin. Di meşê de alên YPG û YPJê hatin bilind kirin û pankartên komploya navneteweyî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Li ser pankarta, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye” û “Bijî şoreşa Rojava” hatin vekirin. Her wiha gelek dowîzên sûcên mirovahiyê yên çeteyên HTŞ û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, hatin bilindkirin. Di xwepêşdanê de diruşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin

FRANSA

Wargehek din ku bersiva banga seferberiya neteweyî ji hêla bi hezaran kesan ve hatî bersivandin jî Parîs bû. Bi beşdariya gelek rêxistinên şoreşgerî, sazî û dezgehên Kurdan, komên dijberî pergalê ji bo xwedî derketina Rojavayê Kurdistanê gihiştin hev. Girseyê bi meş ketin qada mitîngê bi slogan, çepik û tîliliyan silav dan berxwedan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Girseyê bênavber sloganên, “Wê Rojava azad bibe”, “Bijî yekîtîya gelê Kurd”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Di axaftinan de organîzekirina çeteyan a ji hêla Tirkiyê ve wekî sûcek li dijî mirovahiyê hate nirxandin û li hemberî vê siyaseta bi riya çeteyan tê meşandin banga helwest girtinê li Ewropayê hate kirin. Ji bo mezinkirin û domandina berxwedanê biryardarî hate dubarekirin.

NORWEÇ

Li paytext Osloya Norwecê jî bi heman armancê meş û mitîng hate li darxistin. Li ser banga seferberiya neteweyî di pêşengiya sazî û dezgehên Kurdan de bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya Rojava gihiştin hev. Alên YPG û YPJê, pankartên dilsoziya bi Rêveberiya Xweser û şoreşa Rojava re vedibêjin hatin rakirin. Bênavber sloganên piştgiriya şoreşê hatin bilind kirin. Di dema mitîngê de belavokên agahdariyê hatin belavkirin û banga mezinkirina berwedanê hate dubarekirin. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku êriş bi destê Tirkiyê tên meşandin û armanca van êrişan jî tevkujiya gelê Kurd e. Di axaftinan de li welatên Ewropayê banga helwest girtinê û li gelê Kurd û dostên wan jî banga meznkirina berxwedanê hate kirin.