Çalakiyên li dijî darvekirinê dewam dikin

Koma Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinê re' li ser hefteya 127'emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike.

Çalakiyên li dijî darvekirinê dewam dikin
30 hezîran, 2026   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koma Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinê re' li ser hefteya 127'emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiya otorîter a li desthilatdariyê mekanîzmaya zext û înfazê bi dewam dimeşîne.

Li gorî daxuyaniyê, ji meha Gulanê heta bi Hezîranê nêzî 140 kes ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, koma kampanyayê û girtiyên siyasî wê her Sêşemê greva birçîbûnê dewam bikin û heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê li ber xwe bidin.