Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin

Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza başkirina rewşa aborî û debarê, danîna sînorekê ji bihabûnê re û dabînkirina kehrebeyê, didomin.

Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
Çalakiyên bi banga başkirina rewşa debarê didomin
30 hezîran, 2026   12:57
QAMIŞLO

Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ji bo daxwaza dîtina çareseriyan ji pirsgirêka debarê re, dikandar û şêniyan çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Çalakvanan pankartên ji bo başkirina rewşa debarê, dabînkirina kehrebeyê û çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê rakirin.

Di çalakiyê de bi berzkirina sloganan banga tevgereke lezgîn ji bo çareserkirina rewşa aborî hate kirin û hate diyarkirin ku heke bihabûna kel û pelên sereke bidome û kehrebe qut bibe, dê zirarên mezin li jêdera wan a debarê bibe.

Ev hefteyek e li Qamişloyê çalakiyên bi vî awayî pêk tên, di van çalakiyan de daxwaza çareserkirina pirsgirêka sotemenî û kehrebeyê, danîna sînorekê ji bihabûnê re û başkirina rewşa debarê ya welatiyan tê kirin.

(sb)

ANHA