Li Dirbêsiyê 44 şehîd bi bîr anîn

Li bajarê Dirbêsiyê 44 şehîdên Nîsan, Gulan û Hezîranê hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de soza domandina şopa şehîdan hate dayîn.

Li Dirbêsiyê 44 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 44 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 44 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 44 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 44 şehîd bi bîr anîn
30 hezîran, 2026   13:23
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo bîranîna 44 şehîdên ku li dever û salên cuda yên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de şehîd bûne, li Navenda Çand û Hunerê ya li bajêr bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û meclisan merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de dilsoziya bi şehîdan re û meşa li ser rêya wan hate nîşandan.

Endamê Meclisa Malbatê Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Kûtî diyar kir ku ew ê her soza xwe ji bo ku di rêya şehîdan de bimeşin, dubare bikin.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Şêrzad Qamişlo jî da zanîn ku bîranîna şehîdan û berxwedana wan, dê di bîra wan de bimîne û wê ji bo nifşên nû jî ev bê gotin. Ew ê mîrate û encamê têkoşîna şehîdan biparêzin.

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonekê ku ji wêneyên şehîdan pêk tê, bi dawî bû.

(sb)

ANHA