Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kongra Star maçeke fotbulê ya jinên ciwan organize kir û bajarê Dirbêsiyê xemiland. Rêxistina Sara jî bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.

Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
2 adar, 2025   15:49
HESEKÊ

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" dewam dike.

Di çarçoveya çalakiyan de Meclisa Kongra Star a bajarê Hesek maçeke fotbulê ya jinên ciwan di navbera Tîma Nûjiyan (Desteya Perwerde û Fêrkirinê) û Tîma Kongra Star de li dar xist. Maç bi amadebûna bi dehan jinan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser li Stadyuma Şehîdên Taxa Miftî hat lidarxistin.

Beriya maç dest pê bike, endama Koordansyona Kongra Star a bajarê Hesekê Nahîde Silêmen axivî.        

Nahîde 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin û got, 8'ê Adarê li hemberî sîstemên desthilatdar bersivek xurt e.

Piştî axaftina Nahîde maç dest pê kir. Di encamê de Tîma Nujiyan a bi ser ket hat xelatkirin.

XEMILANDINA DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê jî endamê Kongra Star, sazî û meclisan bi boneya 8’ê Adarê deriyên sereke yê bajar, kolan û çareseriyên sereke bi reng û dirûşmên jinan xemilandin.

RÊXISTINA SARA BERNAMEYA XWE AŞKERE KIR

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyek bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera kir.

Daxuyanî li Staduyma Şehîdan Mitîfî ya bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan endamên Rêxistina Sara, Kongra Star û endamên saziyên sivîl hat xwendin.

Endama Rêxistina Sara Roza Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de girîngiya 8’ê Adarê ji bo tevahî jinan hate destnîşankirin û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate bernameya çalakiyên 8’ê Adarê hatiye aşkerekirin. Hate gotin, wê bi dirûşma "Jin bingeha şaristaniya Rojhilata Navîn e" belavok werin belavkirin, semîner li ser 8’ê Adarê werin dayîn, panel werin lidarxistin û sînevîzyon werin pêşandan.

(bb)

ANHA

RÊXISTINA SARA

DIRBÊSIYE

HESEKÊ