Karkerên tendurstiyê li dijî biryara derxistina wan ji kar rabûn

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Şamê 336 karmendên ji gelek pisporiyan ku herî kêm xizmeta wan 20 sal çêbûn, ji kar bi dûr xistin.

Karkerên tendurstiyê li dijî biryara derxistina wan ji kar rabûn
2 adar, 2025   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Sûriyeyê bi taybet li Selemiyê, Siqêlbiyê û Şamê karmendên tenduristiyê li dijî biryara derxistina wan ji kar, xwepêşandan li dar xistin.

Gerînendetiya Tenduristiyê ya desthilata Şamê duh 336 karmend, di nav de hemşîre û rêveberên ji gelek pisporiyan ku xizmetî wan 20 sal çêbûne, ji kar derxist.

Li Selemiyê bi dehan bijîşk, hemşîre, karkerên nexweşxaneya El Wetenî û navendên tenduristiyê li qada giştî, li dijî biryara derxistina wan ji kar protesto kir.

Li Şamê jî bi dehan kadroyên tibî, li pêş avahiya Wezareta Tenduristiyê ya desthilata Şamê li dijî biryarê protesto kir.

Her wiha Şîrketa Giştî ya Berhemên Hesin û Pola biryara derxistina 500 karkeran da.