Çalakiyê rêxistinên tundraw û rewşa cîhanê ya nearam di rojnameyên erebî de

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişa li Tedmurê ya li Sûriyeyê û êrişên li Sydney a Awistralyayê nîşan didin ku xetereyên rêxistinên tundraw hîna berdewam in. Rojnameyan destnîşan kir ku geşedanên navneteweyî û herêmî nîşan didin ku li cîhanê veguherînek aloz çêdibe, lewma ji bo çareserkirina pirsgirêkên mezin pêdivî bi stratejiyên ewlehî û siyasî yên bibandor heye.

Çalakiyê rêxistinên tundraw û rewşa cîhanê ya nearam di rojnameyên erebî de
15 kanûn, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de li ser zêdebûna çalakiyên DAIŞ`ê û veguherînên navneteweyî û herêmî yên ku li Rojhilata Navîn di dawiya salê de diqewimîn, nivîsî. 

TERORÎZMA SYDNEY Û TEDMURÊ... "EM DÎSA VEGERIYAN!"

Rojnameya El Şerq El Ewset cih da êrişên rêxistinên terrorist û diyar kir ku axaftinên li ser kêmbûna terorîzmê "tenê daxwazek e" bêyî avaniyên ramyarî û rêxistinî yên ku wê xurt dikin ber, bidin ber çavan.

Rojnameyê bal kişand ser "erişên hevdem ên ku ji hêla DAIŞ`ê û El Qaîdeyê ve htin kirin, an jî yên ku wekî 'gurên tenê' têne zanîn ku di nava 2 rojan de li Sûriyeyê û hem jî Awistralyayê qewimîn.”

Rojnameyê diyar kir ku raporên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî û Navenda Navneteweyî ya li dijî Terorê ve hatine weşandin, nîşan didin ku tundiya terorîst dê di navbera salên 2024 û 2025`an de, bi taybetî li Rojhilata Navîn, Afrîqayê û Başûrê Asyayê, li herêmên pevçûnên dirêj berdewam bike. Her wiha fikarên Ewropayê yên li ser gefên ku ji hêla DAIŞ-Xorasanê ve têne kirin, zêde dibin.

ŞÊWAZA TRUMP A DAN Û STANDINAN

Rojnameya El Beyan behsa nêzîkatiya taybet a serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump a ji bo birêvebirina pevçûnên navneteweyî kir û destnîşan kir ku ew siyaseteke nearam dipejirîne ku hem zextê dike û hem diyalogê dike.

Rojnameyê mînakên vê nêzîkatiyê di dan û standinên wî yên li gel Ukrayna, Îran, Rûsya û Lubnanê de, her wiha mijara Hemas û Xezayê nirxand û diyar kir ku ev nêzîkatî ne li ser prensîbên zanista siyasî ya kevneşopî ye, lê li ser hesabên kesane û pragmatîk e, lê ka çi qas serkeftî ye, cihê pirsê ye.

QONAXA NÛ Û PÊŞKETINÊN HERÊMÎ

Rojnameya Filistînê El Eyam destnîşan kir ku encama şerê 2 salan li herêmê rastiyek derxistiye hole; rojava êdî nikare şerekî din ê bi encam bike, ji ber têkçûna Îsraîlê di çareserkirina nakokiyan de û paşketina rola wê di nava civata rojavayî de.

Rojnameyê destnîşan kir ku hin dewletên Ereban dest bi nirxandina rewşa herêmî bi awayekî cuda kiriye, lewma hewl didin cihê xwe di nava pergala navneteweyî de xurt bikin.

(k)