Di êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn de 9 kes hatin kuştin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî nexweşxaneya leşkerî ya Dilinc a başûrê Sûdanê kir, di encamê de 9 kes hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn.

Di êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn de 9 kes hatin kuştin
15 kanûn, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Bijîşkên Sûdanê duh ragihand ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi obîsan û dronan êrişî Nexweşxaneya Leşkerî ya Dilinc û qadên sivîl ên bajarê Dilincê yê herêma Kerdevanê kirin. Torê diyar kir ku di êrişê de 9 kes hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn.

Torê destnîşan kir ku êriş li dijî taxên Kerol û Semasimê hatin kirin û diyar kir ku êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Torê êriş bi sûcên şer û binpêkirinên bizanebûn pênase kir û daxuyand ku Fermandariya Hêzên Piştevaniya Lezgîn berpirsê van sûcan e.

Torê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo parastina sivîlan û navendên tenduristiyê tavilê tedbîrên pêwîst bigirin, gihandina alîkariyan bêyî astengî mîsoger bikin û dorpêça li ser Kerdevana Başûr rakin.

Bajarê Dilinc di bin kontrola artêşa Sûdanê de ye, lê nêzîkî 18 meh e ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatiye dorpêçkirin. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê du roj berê ragihand ku di navbera 11 û 13’ê Kanûnê de ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab 455 kes ji bajêr koçber bûne.

(b)