Brîtanyayê Artêşa Pasdaran a Îranê xist ‘lîsteya rêxistinên terorîst’

Brîtanyayê Artêşa Pasdaran a Îranê wek “rêxistineke terorîst” ragihand.

Brîtanyayê Artêşa Pasdaran a Îranê xist ‘lîsteya rêxistinên terorîst’
13 tîrmeh, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Sky Newsê ragihand ku hikumeta Brîtanyayê biryar da ku Artêşa Pasdaran a Îranê wekî “rêxistineke terorîst” nas bike.

Ajansa Reutersê jî da zanîn ku heke biryar bikeve meriyetê, dê tevlêbûna nava Artêşa Pasdaran an beşdariya civînên wê, an jî rakirina dirûşmên wê li cihên giştî, werin krîmînalîzekirin û li gorî qanûnên welat ceza lê were birîn.

(sb)

ANHA