Efrîniyên vegeriyane: Ewlehî nîn e

Ji 2018'an heta roja îro Efrînî rûbirûyî êşkence, kuştin, tehdîd û lêdanê ne. Gelê vegeriyaya ser axa xwe ji ber nebûna ewlehiyê metirsîdar e.

Efrîniyên vegeriyane: Ewlehî nîn e
13 tîrmeh, 2026   16:23
EFRÎN

Dewleta Tirk û komên girêdayî wê sala 2018`an Efrîn dagir kir û bûn sedem ku bi hezaran malbatên efrînî ji malên xwe derkevin û koçber bibin. Di heman salê de malbatên komên girêdayî dewleta Tirk destê xwe danîn ser mal û milkên xelkê Efrînê. 

Lê belê hin malbatên Efrînî nikarin derketana û rastî êşkencê û lêdanê hatin.

Di nava şer de gelek malbatan zarokên xwe winda kirin û di encama dagirkirina Efrînê de gelek ciwanên Efrînê hatin girtin û windayî ne. 

Şêniyên ku rastî êşkencê hatine ji ajansa me re behsa wan kiryaran kirin. Ji bo ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin.

Şêniyê bi navê H.C. got: "Me guhdarî kesên mîna kesayetên di nava ENKSÊ de kir û em vedigeriyan gundên xwe. Di rêya vegerê de zarokên me hatin kuştin û bi rojan cenazeyên wê li ser rêyan mane. Me bi zehmetî û dizî cenaze vedişartin."

H.C. di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Piştî dagirkirina Efrînê bi du mehan em hatin vegerîn gund, tevahî malên gund hatibûn desteserkirin. Ewlehî tune bû, êşkence û lêdan dihatin kirin. Ji ber êşkencê nexweşî çêbûn. Di her gundekî de cihên êşkencekirinê çêkiribûn. Dengê qêrînan digihişt dawiya gund."

H.C. destnîşan kir ku wî gelek kiryar dîtin, mal û milkên wan hatin talankirin. Zeytûnên wan dihatin dizîn û nedikarîn xwedî li rizqê xwe derkevin. Tevahî efrîniyên ku li Efrînê mane rastî van kiryaran hatine.

Dayîkek efrînî destnîşan kir ku her rojê çete dihatin mala wan û pirsê zarokên wan dikirin û her demê rastî tehdîdan dihatin. Da ku hevjînê wê neyê girtin her pere didan. Her wiha li Efrînê bi dehan jin hatin kuştin û xwe kuştin. Yek ji wan keçika ku xwe kuştiye nêviya min bû. ji bo çete destdirêjiyê lê nekin xwe kuşt.

Heya roja îroj jî rexmî peyama di navbera QSD'ê û hikmet demekî de jî û bi vegera koçberan re jî kiryar di nava herêmê de didomin, şênî rûbirûyî tehdîdan in û ewlehiya gel hêvî dikir li Efrînê tune ye, gel bi tirs e.

(fr)

ANHA