Boksorê Kurd bû şampiyonê cîhanê

Konseya Boksa Cîhanê (WBC) boksorê Kurd Egîd Kabayel wekî şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran îlan kir.

Boksorê Kurd bû şampiyonê cîhanê
28 hezîran, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şampiyonê cîhanê yê Ukraynayî Oleksandr Usyk dev ji hemû unwanên xwe yên sîkleta giran berda WBC’yê ev unwan da Kabayel. 

Agît Kabayel di dîrokê de bû yekemîn boksorê Kurd ê ku vî unwanî werdigire. Her wiha Kabayel piştî efsaneyê boksê Max Schmelingê ku sala 1932’yan bû yekemîn welatiyê Almanyayê ku vî navî bi dest dixe.

Boksorê 34 salî herî dawî 11’ê Kanûna îsal li Oberhausenê li hemberî boksorê Polonyayî Damian Knyba kembera xwe bi serkeftî parastibû û unwanê “şampiyoniya demkî” ya WBC’yê di destê xwe de girtibû.

Bi biryara konseyê, Kabayel êdî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran.

Kovara Ringê jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û eşkere kir:

“Piştî ku Oleksandr Usyk dev ji unvanên xwe berda, Agît Kabayel bi awayekî fermî wekî Şampiyonê Cîhanê yê Giran ê WBC’yê hat îlankirin.”

Agît Kabayel ji rojnameya Bildê re axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ez gelekî serbilindim ku piştî 94 salan, ango piştî Max Schmeling bûm yekemîn şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran ê Almanyayê. Min xeyala xwe pêk anî.”

BANGÎ USYK KİRİBÛ

Kabayel dixwest ji bo unwan derkeve pêşberî Usyk lê Usyk li gorî daxuyaniyên xwe nedixwest bi temamî dev ji kariyera xwe ya boksa profesyonel berde. Kabayel di mehên dawî de gelek caran daxwaza vê maçê kiribû.

Meha sibatê WBC’yê bi xwe jî ev maç xwestibû û vê yekê Kabayel gelekî kêfxweş kiribû. Kabayel rojên borî dîmenek belav kiribû û tê de rasterast bangî Usykê 39 salî kiribû û gotibû: “WBC dixwaze vê maçê bibîne. Alîgir jî dixwazin. Te jî di qadê de ev qebûl kir. Îcar Usyk: Werê em bikin!”

AGÎT KABAYEL KÎ YE?

Boksorê Kurd Agît Kabayel 23’yê Îlona 1992’yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye. Malbata wî dawiya salên 1990’î ji navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê kiriye.

Agît di 18 saliya xwe de, 23’yê Hezîrana 2011’an li Wuppertalê dest bi kariyera xwe ya profesyonel kir. Kabayel di asta herêmî de, di navbera salên 2017 û 2019’an de şampiyoniya Ewropayê jî di nav de beşdarî gelek pêşbirkên giran bûye.

Wî di salên 2014, 2017, 2018 û 2019’an de gelek şampiyoniyên Awropayê û yên navneteweyî bi dest xistin. Wî sala 2024’an jî Şampiyoniya Parzemîna Amerîkayê ya WBC’yê û Şampiyoniya Amerîkaya Bakur a NABO’yê biribûn mala xwe.

Beriya ku wekî şampiyonê cîhanê bê îlankirin ew şampiyonê “demkî” yê WBC’yê bû û ji aliyê Kovara Ringê ve di rêza 4’an a cîhanê de dihat nîşandan.

Agît Kabayel 27’ê Hezîrana 2026an bi awayê fermî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran.