Sibe Festîvala Şehîd Zîlan dest pê dike

Festîvala 6‘emîn a Çand û Werzîşê ya Şehîd Zîlan sibe li bajarê Qamişloyê dest pê dike. Festîval wê 2 rojan dewam bike û li bajarê Kobanê jî were lidarxistin.

Sibe Festîvala Şehîd Zîlan dest pê dike
28 hezîran, 2026   11:03
QAMIŞLO

Festîvala 6‘emîn a  Çand û Werzîşê ya Şehîd Zîlan ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye organîzekikrin, dê sibe (29 Hezîran 202) li bajarê Qamişloyê dest pê bike. Festîval wê  bi dirûşma “Di Zîlanbûyînê de bi idîa, di komînalbûyînê de bi israr in” du rojan dewam bike.

Di festîvanê de dê bi beşdariya komên jin û ciwanan ên ji herêma Cizîrê çalakiyên werzîşê çandî û hunerê werin lidarxistin.

Bernameya festival dê 17.00`an li stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê dest pê bike. Li gorî bernameyê dê pêşbirkên werzîşî yê fotbolê, volaybol û taykwando, her wiha çalakiyên cur bi cur ên ciwanan hebin.

Çalakiyên roja duyemîn a festîvalê (30 Hezîran) dê saet 17.00‘an li Parka Azadî ya Qamişloyê werin lidarxistin. Dê çalakiyên hunerî û çandî yên ku stran, govend ên ku folklora herêmê vedibêjin werin birêxistinkirin.

Li gorî komîteya amadekar a festîvalê wê, ev festîval dê li bajarê Kobanê jî werin lidarxistin. Komîteyê, di serî de ciwan û jinan bang li hemû şêniyan kir ku beşdarî çalakiyên festîvalê bibin.

Festîval ji bo bîranîna şehîd Zîlan û bi armanca pêşxistina çalakiyên çandî û werzîşî yên ciwanan tê birêxistinkirin.

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 10`ê Tebaxa 1972`yan li gundê Elmalî yê girêdayî Melatiya ya herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jidayik bû. Ew keça biçûk a malbatê ye ku ji 7 xwişk û birayêan pêk tê. Zîlan Fakulteya Zanista Derûnî ya Zanîngeha Înono ya  Melatyayê xwendiye. Beriya ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe, li Nexweşxaneya Niştimanî ya li bajêr kar kiriye.

Têkoşer Zîlan sala 1994`an li bajarê Edena dest bi xebatê di nava tevgerê de kiriye, bi awayeke fermî sala 1995`an li herêma Dêrsimê beşdar nava refên tevgerê bûye. Piştî hewildana swêqestkirina Rêber Abdullah Ocalan li Şamê (6 Gulan 1996), Zîlan di 30‘ê Hezîrana heman salê de çalakiyeke fedaî pêk anî. Di encamê çalakiyê de hejmarek leşkerên artêşa Tirk  hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Beriya şehadetê, şehîd Zîlan ji bo gelê Kurd û jinan name amadekiribû. Di nameyên xwe de ji bo pêkanîna azadiyê banga berdewamkirina têkoşînê kiribû. Şehîd Zîlan yek ji sembolên Tevgera Azadiyê û têkoşîna jina Kurd e.

(sb)

ANHA