Bloka Nîştimanî ya Sûriyeyê êrişên Îsraîlê şermezar kirin

Bloka Nîştimanî ya Sûriyeyê bang li Konseya Ewlehiyê û civata navneteweyî kir ku Îsraîlê wek berpirsa binpêkirinên dubare yên li ser xaka Sûriyeyê bibînin. Blokê paşguhkirina hikumeta veguhêz li hember parastina sûriyeyiyan jî şermezar kir.

Bloka Nîştimanî ya Sûriyeyê êrişên Îsraîlê şermezar kirin
29 mijdar, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bloka Nîştimanî ya Sûriyeyê daxuyaniyek der barê derbasbûna hêzên Îsraîlê li nava xaka Sûriyeyê de da.

Blokê derbasbûna dewriyeyeke Îsraîlê li nava xaka Sûriyeyê ya li bajarokê Beyt Cin û gefên li dijî şêniyan şermezar kirin û diyar kir ku ev binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniya blokê de wêrekiya şêniyan û israra wan a parastina mal û xaka xwe li hember paşguhkirina desthilatên defakto ji bo parastina sûriyeyiyan li hember êrişên Îsraîlê, nebûna pergaleke navneteweyî ya rawestandina van binpêkirinan bi qîmet dît.

Di dewama daxuyana blokê de hat destnîşankirin ku Îsraîl bi awayekî dubare serweriya Sûriyeyê binpê dike û hewl dide realîstên nû li Colan û herêmên sînor ferz bike, ev jî li hember ewlehiya Sûriyeyiyan û aramiya herêmê gefên mayînde ne.

Blokê bang li Konseya Ewlehiyê û civata navneteweyî kir ku Îsraîlê berpirsiyariya van binpêkirinên dubare ji xaka Sûriyeyê re bibînin û wê pabend bikin ku li gorî mîsaqa NYˊyê, nexasim a girêdayî serweriya dewlet û ewlehiya sînorê tev bigere. Li kêleka wê jî blokê bang kir ku helwesteke navneteweyî ya zelal hebe ku Îsraîlê pabendî qanûnên navneteweyî bike, sînorekî ji êriş û binpêkirinên li dijî sûriyeyiyan re bê danîn.

Di pevçûn û bombebarana Îsraîlê yên li bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê de 15 kest hatibûn kuştin û 20 kes jî birînar bûn. Li gorî medyaya Îsraîlê jî di êrişa li dijî dewriyeyek wê de 6 leşkerên wê birîndar bûn.

(fr)