Biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî betal bû

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê çalakvana jinan Şerîfe Mihemedî betal kir û ji bo vekolînê sewqî desteyeke din kir.

Biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî betal bû
12 cotmeh, 2024   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Îranê roja 4ˈê Tîrmehê bi hinceta ku bi rêxistineke qedexe re têkildar e, cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a Reştê girtî bû, birî.

Parêzerê girtiya siyasî da zanîn ku cezayê darvekirinê hatiye betalkirin û ji bo lêkolîna nû dosya ji bo heman şaxê re hatiye şandin.

Piştî belavbûna nûçeyê, Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî diyar kir ku ew wek kampanya parastina Şerîfe Mihemedî pêşwazî li biryara Dadgeha Bilind dikin û radigihînin ku em dixwazin “ew ji hemû tawanên der barê wê de bê beraetkirin û azad bibe."

Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’yan de li bajarê Reşt a Îranê bi sûcdariya “serhildanê” ku cezayê darvekirinê lê tê birîn û bi endamtiya partiya Komele hatibû sûcdarkirin û cezayê herî giran lê hatibû birîn.