Di êrişa DAIŞˈê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞˈê de efserekî hêzên hikumeta Şamê li bejahiya Humsê hat kuştin.

Di êrişa DAIŞˈê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin
12 cotmeh, 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê çeteyên DAIŞˈê li bejahiya Humisê  êrişî hêzên hikumeta Şamê kiriye.

SOHR’ê diyar kir ku di êrişê de efserekî hêzên Şamê hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve di şer û êrişên li bejahiya Sûriyeyê de 557 kes (leşkerên Şamê, çeteyên DAIŞ’ê û sivîl) hatine kuştin.

(bb)