Ji HPCˈê xebata paqijiyê

Hêzên Parastina Civakî yên Eyn Îsayê xebateke paqijiyê da destpêkirin.

Ji HPCˈê xebata paqijiyê
Ji HPCˈê xebata paqijiyê
Ji HPCˈê xebata paqijiyê
Ji HPCˈê xebata paqijiyê
Ji HPCˈê xebata paqijiyê
Ji HPCˈê xebata paqijiyê
Ji HPCˈê xebata paqijiyê
12 cotmeh, 2024   14:44
EYN ÎSA

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên bajarê Eyn Îsayê bi dirûşma "Em bi destekê ava dikin û bi destê din diparêzin" xebateke paqijkirinê da destpêkirin.

Xebata paqijiyê bi beşdariya şêniyan, xebatkarên şaredariyê û saziyên Rêveberiya Xweser li bajarê Eyn Îsa û gundên Cirn, Hîşe û kampa Eyn Îsayê dest pê kir û dibistanên li deverên navborî tên paqijkirin.

Ji rêveberên HPJˈê Ridwan El Ebdullah diyar kir ku armanca wan ji vê karî teşwîqkirina li ser xebata dilxwazî û kollektîf û belavkirina rihê tevkariyê di navbera tevahî çînên civakê de ye.

El Ebdullah got: "Parastina jîngehê erkekîewelatprêzî û civakî ye. Bi paqijkirina dibistanan em ê berpirsyariyê bi xebatkarên qada perwerdeyê re parve dikin."

(bb)

ANHA