Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê

Mistefa Derxel 42 sal e demjimêran sererast dike. Nav û dengê wî li herêma Firatê, gundewarên Helebê û heta Reqayê belav bûye. Ew bûye parçeyekî bîrdanka şêniyên herêmê.

Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê
Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê
Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê
Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê
Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê
Bîrdankeke 42 salî ya herêma xwe; temîrkarê demjimêran ê Tebqayê
12 tebax, 2025   05:25
TEBQA
MIHEMED EL ŞÊX

Sala 1983`yan Mistefa Derxel dest bi rêwîtiya xwe ya sererastkirina demjimêran (saet) kiriye û ji Dêrhafirê ya li rojhilatê Helebê heta gundewarên Reqayê û sûka Hemêdiyê ya Şamê, li gelek dever û bazaran geriyaye. Herî dawî jî beriya 10 salan ew li sûka bajarê Reqayê bi cih bûye û ji wê rojê de bûye parçeyekî bîrdanka deverê.

Mistefa Derxel di sala 1969`an de li Idlibê ji dayik bûye û di salên 1980`yî de koçî Tebqayê kiriye. Wî di nava 2 salan de li ber destê hin kesên ku pîşeya temîrkirina demjimêran dikir, fêrî wê pîşeyê bû. Ji wî çaxî de Derxel karê sererastkirina demjimêran didomîne.

Derxel der barê pîşeya xwe de got: "Vê pîşeyê çav û tenduristiya min xirab kiriye, lê ew çavkaniya debara min e û ez nikarim dev jê berdim.”

Piştî pêşketinên teknolojîk û derketina demjimêrên dîjîtal, êdî xelk kêm demjimêrên berê dikire, lewma karê sererastkirina wan jî kêm bûye, lê Derxel dev ji karê xwe bernedaye, hîna jî pir kes hene ku berê xwe didin wî û demjimêrên xwe sererast dikin. Lewma eger demekê ew xuya neke, di nava şêniyên herêmê de cihê wî dimîne vala.

Her çi qas Derxel dibêje ew bi vê pîşeya xwe serbilind e jî, lê wî nexwestiye zarokên xwe fêrî vê pîşeyê bike. Ew dibêje êdî dema tunebûna vê pîşeyê hatiye û nema xelk demjimêrên mekanîk bi kar tîne.

Derxel êdî ji bo şêniyên deverê bûye bîranîneke zindî ya bajarê Tebqayê ye, ew mîna demjimêrekê di dilê bajêr de lê dide.

(k)

ANHA