Bîranînên şehîd Bêrîtan: Berxwedana li dijî xeta xiyanetê berdewam e

Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32ˈan a şehadeta xwe de 4 navendana hat bibîranîn.

21 cotmeh, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

25ˈê Cotmehê salvegera 32ˈan a şehadeta şoreşger Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Bi vê boneyê li 4 navendana çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Rêxistina Kongra Star li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê merasîma bîranînê li dar xist.

Bîranîna bi dehan koçberên Serêkaniyê, endamên Kongra Star û saziyên sivîl tev lê bibûn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir.

Endama rêveber a Kampa Serêkaniyê Peyman Tolhildan, şehîd Bêrîtan bi bîr anî û berxwedana wê ya li hember xayîn û dagirkeran vegot.

Peyman destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan li hember dijberên azadiya jinan û mafên wan, bingeha berxwedana jina azad daniye.

Peyman diyar kir ku şehîd Bêrîtan bû sembola azadî û fedaîtiyê û bi çalakiya xwe peyamek da xayîn û dijmin ku kes nikare li hember jina azad a têkoşer bisekin.

Di dawiyê de Peyman soz da ku berxwedana li dijî xeta xiyanetê bidomînin.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.

ERÎŞE

Meclisa Jinan û Kongra Star jî bi koordîneya Meclisa Bajarê Erîşeyê  jî ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan civînek li hola ciwanan a li bajêr li dar xist.

Di civîna bi dehan şênî û endamên saziyan û partiyan tev lê bibûn de, endama rêveber a Kongra Star Melek Mihemed axivî.

Melek behsa jiyana şehîd Bêrîtan û berxwedana wê ya li hember xeta xiyanetê û ajantiyê kir.

Her wiha Melek berxwedana şehîd Bêrîtan û hevalên wê ya li çiyayên Xakûrkê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û tevkarên wê pêşmergeyên PDK`ê vegot û destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir, piştî fîşekên wê qediyan ji bo nekeve destê xayînan xwe ji lûtkeya çiya avêt.

Melek anî ziman ku şehîd Bêrîtan bi vê çalakiya xwe, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ber bi asteke bilindtir ve bi pêş xist û got: "Şehîd Bêrîtan ji tevahî jinên têkoşer ên li azadiyê digerin re bû minare. Bû sembola sekna li hember xiyanetê. Em soz didin ku li ser şopa wê têkoşînê bidomînin."

EYN ÎSA

Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Eyn Îsayê jî bi beşdariya bi dehan şêniyan semînerek da.

Endama rêveber a Nivîsgeha PYD`ê ya Eyn Îsa Xensa Mihemed nameya şehîd Bêrîtan xwend û têkoşîna wê ya li hemberî xiyanetê vegot. Xensa destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan ji jinên berxwedêr re bûye sembol û minare.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimire xiyanet" bi dawî bûn.

ÇILAXA

Li ser wesiyeta şehîd Bêrîtan endamên rêxistina Kongra Star a Çilaxayê, şêraniya ku şehîd Bêrîtan jê hez dikir çêkir. Şêranî li beşdarên çalakiyên bîranîna wê werin belavkirin.

 (şx)

ANHA