Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Li bajarokên başûrê Lubnanê şerên dijwar di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê re rû dan.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
21 cotmeh, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihandin ku Eyta Şaab, Qozh û Ramya yên başûrê Lubnanê şerekî giran di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de rû dan. 

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê hewl dide bejahî pêş de biçe.

Hemwextî wê, artêşa Îsraîlê bajarokê Îta Şeeb û Ramiye bi çekên giran topbaran kirin.

(şx)