Bîlançoyê şerê li Xezayê giran dibe: Zêdetirî 8 hezar kes hatin kuştin

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku 116 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin, 25 erebeyên ambulansê hatin rûxandin û 57 saziyên tenduristiyê hatine hedefkirin.

Bîlançoyê şerê li Xezayê giran dibe: Zêdetirî 8 hezar kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2023   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsrîalê yên li ser Xezayê de di nav de 3 hezar û 342 zarok û 460 kesên bi temen, bi giştî 8 hezar û 5 kes hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku 116 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin, 25 erebeyên ambulansê hatine rûxandin û 57 saziyên tenduristiyê hatine hedefkirin.

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di roja xwe ya 23′an de dewam dike û êrişên Îsraîlê yên li Xezayê girantir dibe.

Li aliyê Îsraîlê jî hate ragihandin ku jê 310 leşker, zêdetirî hezar û 400 kes hatine kuşti  û zêdetirî 229 îsraîlî ji aliyê Hemasê ve dîl hatine girtin.