Cenazeyê Armîta Girawend li Tehranê veşartin

Cenazeyê Armîta Girawend ku ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê!’ yên Îranê ve hate qetilkirin li Tehranê hate veşartin.

Cenazeyê Armîta Girawend li Tehranê veşartin
29 cotmeh, 2023   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

1’ê Cotmehê jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) a xelkê bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcabê bide serê xwe. Li ser vê yekê hêzên dewleta Îranê êrişî Armîta kir û di encamê de kete komayê.

Armîta duh (28`ê Cotmehê) piştî 28 rojan li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Malbata Armîta xwest cenazeyê keça xwe li Kirmaşanê veşêre, lê ev yek ji aliyê rayedarên Îranê ve hat astengkirin û cenaze bi merasîmekê li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê hat veşartin.

Hate hînbûn ku 8 kesên tevli merasîma veşartina cenaze bûn, piştî ku cenazeyê Armîta di bin dorpêçê de veşartin, hatine girtin.

Salek berê (Îlona 2022`yan) jî jina Kurd a ciwan Jîna Emînî li Tehranê rastî êrîşa “Polîsên Exlaqê!” hatibû û ketibû komayê. Jîna 16’ê Îlonê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina Emînî li welêt bû sedema serhildaneke mezin.