Bîlançoya sûcên li Efrînê ya meha Adarê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya meha Adarê ya sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê aşkera kir.

Bîlançoya sûcên li Efrînê ya meha Adarê
1 nîsan, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya meha Adarê ya sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê aşkera kir.

Li gorî raporê;

11 kes hatin revandin. 20 revandî jî ji girtîgeha Raiyê reviyan.

Kesek di encama teqîna bermahiyên şer de hat kuştin.

Îşkence li 6 kesan hat kirin, hin ji wan ji ber pîrozkirina cejna Newrozê îşkence li wan hat kirin.

Zêdetirî 300 darên zeytûnan hatin birîn. Her wiha zêdetirî 3 hezar û 100 darên daristanî li daristanên Çiyayê Qaziqlî, Hec Hesenlî û Qitmê hatin birîn.

Her wiha xerac li ser milkên koçberan hatin ferzkirin û gelek kel û pelên şêniyan ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn.

(bb)