HRW’ê der barê Werîşe, Zeyneb û Nêrgiz Mihemedî de raporek weşand

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) ragihand ku gefa vegerandina Nêrgiz Mihemedî ji bo girtîgehê dikin û hate gotin; “Rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî jî xirab e.’’

HRW’ê der barê Werîşe, Zeyneb û Nêrgiz Mihemedî de raporek weşand
1 nîsan, 2025   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) der barê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Zeyneb Celaliyan û Nêrgiz Mihemedî de raporek belav kir.

Li gorî raporê desthilatdara Îranê gef li Nêrgiz Mihemedî dixwe ku carek din vegerîne girtîgeha Evînê. Rêxistinê bang li desthilata Îranê kir ku bê şert û merc Nêrgiz Mihemedî berdin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî di dewama rapora xwe de dibêje; “Nêrgiz Mihemedî di vê dema xwe ya kurt a derveyî girtîgehê de, dema xwe ji bo karê xwe bikaraniye û balkêşaye ser rewşa xirab ya mafên mirovan ya li Îranê. Ji ber ku Nêrgiz çalakvanek mafê mirovan e, hatiye girtin û di nava 3 salê borî de dadgehên Îranê gelek caran dosyayên nû dijî wê bikaranîne.’’

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî di dewama rapora xwe de behsa rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî, Fatîme Spêhrî, Rehle Rehmî Pur, Mutelîb Ehmedyan û Mehweş Sabit kir. Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir Îranê der barê binpêkirinên mafên mirovan û jinan de, bixe ber lêpirsînê.

Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê (2025) de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.

Her wiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbaskiriye.

Nêrgiz Mihemedî ji Mijdara sala 2021’an de di girtîgeha Evîn de û di Hezîrana sala borî de bi tometa ‘Propagandaya dijî dewlet’ salek din ceza lê hate birîn. Di dema borî de hate emelyatkirin û ji bo 3 hefteyan bi şert hatibû berdan.